DBP PEYVA AŞTIYÊ BI GEL RE DIAFIRÎNE: EM Ê NEXŞEYA RÊYÊ AMADE BIKIN

DBP PEYVA AŞTIYÊ BI GEL RE DIAFIRÎNE: EM Ê NEXŞEYA RÊYÊ AMADE BIKIN

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo civakîkirina pêvajoya aşitî û çareseriyê, li gelek bajaran civînên gel pêk tîne û daxwaz, pêşniyar û rexneyên welatiyan guhdarî dike. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê, Bünyamin Şeker, diyar kir ku li gorî encamên van civînan dê polîtîkayên nû bên pêşxistin û nexşeyeke rê were amadekirin. Wî got: “Yek ji şertên bingehîn ên serkeftina vê pêvajoyê jî civakîbûna pêvajoyê ye.”

DBP di çarçoveya xebatên xwe yên bi dirûşma “Em peyva aştiyê bi gel re diafirînin” de, li gelek bajaran ên Kurdistanê civînên gel pêk tîne. Di van civînan de ku rêveberiya partiyê, hevserokên giştî, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê beşdar dibin, tê armanc kirin ku bigihîjin beşên cihê yên civakê.

DBP dixwaze bigihîje kesên cuda, ji karkeran heta rêxistinên civaka sivîl, ji komên olî yên cuda heta derdorên siyasî. Partî di van civînan de hêvî û pêşniyarên gel guhdarî dike û dixwaze li ser pêvajoyê polîtîkayên nû pêş bixe.

“ARMANCÊ ME EW E KU DI CIVÎNAN DE BIGIHÎJIN HEMÛ BEŞAN”

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê, Bünyamin Şeker, li ser berfirehiya van xebatan nirxandin kir û got ku civînên gel tenê ji lidarxistina civînan pêk nayên. Wî diyar kir ku xebat bi rojekê ve nayên sînordarkirin û li gelek deverên bajaran bernameyên berfireh tên meşandin. Li gorî Şeker, armanc ew e ku bigihîjin hemû beşên civakê û peyva aştiyê bi gel re ava bikin.

Şeker got ku armanca sereke ya civînên gel ew e ku civak pêvajoyê baş fêm bike. Wî diyar kir ku ji ragihandina 27’ê Sibatê ve li ser vê bingehê xebat dikin.

Şeker wiha got: “Em ji bo ku gel vê pêvajoyê fêm bike, di nava xebateke domdar û seferberiyê de ne. Dewlet ji bo civakîkirina pêvajoyê hewldanên têr nake. Nirxandinên ku dibêjin civak ji bo pêvajoyê amade nîne jî rast nînin. Em di van civînan de hewl didin bigihîjin wan kesan jî ku li hember pêvajoyê dûr rawestiyane. Di van civînên gel de em peyva aştiyê bi gel re diafirînin. Em dibînin ku gel bi awayekî cidî pêşwaziya me dike. Beşdariya gel pir xurt e; ew raman û hêviyên xwe vedibêjin.”

“EM POLÎTÎKAYÊN NÛ DİYAR DİKİN”

Şeker got ku nêrînên ku di civînên gel de tên ragihandin di avakirina polîtîkayên nû de roleke girîng dilîzin. Wî diyar kir ku armanca civînan tenê agahdarkirin nîne, lê her wiha ew ji bo tespîtkirina hewcedarî û hêviyên gel jî tên lidarxistin.

Şeker got: “Gel bi xwe dibêje ku çi hêvî dike û pêvajo divê çawa be. Em jî wek nûnerên gel, li gorî encamên ku ji van civînan derdikevin polîtîkayên nû diyar dikin. Em nîqaş û encamên li ser tiştên ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê bên kirin dinirxînin û hewl didin polîtîkayên nû ava bikin.”

“GAVÊN NEHATINE AVÊTIN XEMGÎNIYÊ ZÊDE DİKİN”

Şeker diyar kir ku bêbaweriya li hember dewletê yek ji xemgîniyên sereke ye ku di civînan de derdikeve pêş. Wî got ku ev xemgînî bi polîtîkayên heyî û nebûna gavên pratîkî ve girêdayî ye.

Şeker got: “Em dibînin ku gel pêvajoyê baş dinirxîne. Nebûna her cure gavên dewletê di gel de bendewariyeke bi xemgînî çêdike. Dema em li polîtîkayên hikûmetê û awayê birêvebirina pêvajoyê dinêrin, em dibînin ku xemgîniya gel di vê mijarê de xemgîniyeke rewa ye.”

“EM Ê LI GORÎ DAXWAZ Û REXNEYÊN GEL NEXŞEYA RÊYÊ AMADE BIKIN”

Şeker got ku nebûna gavên pratîkî û ramana ku pêvajo tenê ji aliyekî ve tê meşandin di nirxandinên gel de derdikevin pêş. Wî diyar kir ku mijareke din a girîng jî ew e ku di rewşa serkeftina pêvajoyê de dê çi destkeftî derkevin holê.

Şeker got ku hêviyên gel bi taybetî di mijara mafên nasname û ziman de zêde ne. Li gorî wî, gel dipirse ka înkar û redkirina ku ji salan dirêj e dê bi vê pêvajoyê bi dawî bibe an na, û gelo dê bikaribin nasname û zimanê xwe bi azadî bijîn û biparêzin.

Şeker wiha got: “Ev têkoşîneke bi salan e. Zêdetirî sedsalekê ye ku dewlet înkar û redkirinê dimeşîne. Di gelek deman de polîtîkayên tunekirinê jî dihatin meşandin. Gelo bi vê pêvajoyê an bi serkeftina wê re dê ev hemû tişt ji holê rakin? Gelo em ê bikaribin nasname û zimanê xwe bi azadî bijîn û biparêzin? Gel di vê derbarê de pirsên xwe hene. Daxwaz û rexneyên gel dê bên berhevkirin û analîzkirin, û li gorî wan nexşeyeke rê dê were amadekirin.”

“ARMANC ME ZÊDEKIRINA PIŞTGIRIYA GEL JI PÊVAJOYÊ YE”

Şeker diyar kir ku civînên gel bi demjimêrekê an demeke diyarkirî ve nayên sînordarkirin û dê li gorî hewcedariyên pêvajoyê bidomînin. Wî got ku civîn li deverên ku DBP lê rêxistinî ye didomin û li Dersim, Elazığ û Ağirî jî xebat tên meşandin.

Şeker diyar kir ku her du hevserokên giştî, endamên MYK’ê û Meclîsa Partiyê jî li bajaran cuda xebatan dimeşînin. Wî got ku ji bo destpêk û dawîkirina van civînan tarîxeke diyarkirî tuneye.

Şeker got: “Em tarîxeke ku pêşbînî bikin an li bendê bidawîbûna wê bin, di destê xwe de nînin. Em nêzîkatiyeke teknîkî ya wek ‘em ê di vê tarîxê de dest pê bikin û di wê tarîxê de biqedînin’ nînin. Em ê hewl bidin ku tu bajar nemîne ku em tê de civîna gel pêk neanîbin. Bi van civînan dixwazin piştgiriya civakê ji pêvajoyê zêde bikin û alîkariyê bidin çareserkirina pirsgirêka baweriyê. Em ê hewl bidin nîşan bidin ku partiya me û tevgera siyasî ya me di vê mijarê de çiqas samîmî û bi îrade ye û ji bo serkeftina pêvajoyê çiqas dixebite. Stratejiya me ev e. Em li gorî vê stratejiyê xebatên xwe didomînin.”

Share this content:

Post Comment