GERÎLAYÊN AZADIYÊ: EM Ê MÎRATA BERXWEDANA PÊŞENGÊN JIN BİJÎNIN
Gerîlayên azadiyê, bal kişandin ser girîngiya meha Cotmehê di dîroka têkoşînê de û şehîdên pêşeng ên jin ên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn. Gerîlayên HPG’ê Cumalî Ararat û Ferman Penaber, bi taybetî li ser mîrata berxwedanê ya Berîtan (Gulnaz Karataş) û pêşengên jin rawestiyan û peyama xwedîderketina li vê mîratê û domandina têkoşînê dan.
Gerîlayê HPG’ê Cumalî Ararat diyar kir ku meha Cotmehê ji aliyê artêşbûna jinan û kevneşopiya berxwedanê ve xwedî cihêkî girîng e û ev meh di dîroka têkoşînê de wateyeke taybet hildigire. Ararat bal kişand ser mîrata têkoşînê ya Azime, Canda, Ronahî (Andrea Wolf) û Berîtan.
Ararat diyar kir ku Ronahî şervaneke enternasyonal bû û ramana û felsefeya Rêber Apo bandoreke mezin li ser wê kiribû. Wî got ku Ronahî xwe radestî dijmin nekir û ji aliyê dijmin ve bi guleyan hate kuştin.
Ararat got ku Berîtan, ku ew wek fermandar û sembola pêşeng a artêşbûna jinan di meha Cotmehê de binav kir, di sala 1992’an de li Xakurke xwe radestî hêzên PDK’ê nekir û şehîd bû. Wî destnîşan kir ku xeta berxwedanê ya Berîtan îro jî rê nîşan dide. Ararat got ku jinên Kurd li Dêrsim, Koçgirî, Agirî û Kela Dimdimê di berxwedanan de roleke pêşeng lîstine û Berîtan di dîroka tevgerê de yek ji nûnerên girîng ên vê kevneşopiyê ye.
Ararat diyar kir ku di dîroka Kurdistanê de desthilatdar her dem nirxên gelê Kurd paşguh kirine û nahêlin gel li gorî mafên xwe bijî. Wî got ku Berîtan bi redkirina bangên teslîmbûnê li hember vê zihniyetê sekinî. Li gorî Ararat, helwesta Berîtan a ku li şûna teslîmbûnê berxwedanê esas digire, îro jî di bîranîna wan de dijî.
“JIN, JIYAN, AZADΔ LI ASTEKE CÎHANÎ TÊ PEJIRANDIN
Cumalî Ararat got ku xeta azadiya jinê bi navê Rêber Apo û Berîtan li seranserê cîhanê hatiye pejirandin. Wî diyar kir ku îro ne tenê jin, lê mêr jî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dimeşin. Ararat ev dirûşm wek bangewaziyeke azadî, guhertin û veguherîna civakî binav kir û got ku ev yek bi têkoşîna Rêber Apo, PKK’ê û gelek hevalên ku di vê rê de şehîd bûne ve girêdayî ye.
Ararat bal kişand ser girîngiya fêmkirina rast a Berîtan û got ku heke xeta wê bi awayekî rast neyê analîzkirin, gihîştina armanca azadiyê dê ne gengaz be û nikarin bibin bersiv ji xewn û armancên şehîdan re.
Wî diyar kir ku xewna herî mezin a şehîdan ev bû ku bi Rêber Apo re bijîn, gelê Kurd li ser axa xwe bi azadî bijî û xwedî nasname û ramana azad bibe. Ararat got ku ew ê hewl bidin xwe layiqî mîrata pêşengên jin ên ku di meha Cotmehê de şehîd bûne bikin û ji bo pêkanîna xewn û armancên wan têkoşînê bidomînin.
Ararat diyar kir ku ew bi rêz Şehîd Delal Amed, Şehîd Berwar Dêrsim û Şehîd Berîtan Nurhak û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soz didin ku xwedî li bîranîn û hevaltîya wan derkevin.
FERMAN PENABER: EM Ê KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN
Gerîlayê HPG’ê Ferman Penaber jî li ser wate û girîngiya meha Cotmehê ji bo xwe û gerîlayên azadiyê axivî. Penaber bi rêz hemû şehîdên azadiya Kurdistanê, bi taybetî Berîtan, bi bîr anî. Wî got ku pêşengên mîna Besê, Azime, Berîtan, Zîlan, Sema, Sara, Delal Amed û Leyla Sorxwîn di dîroka têkoşînê de xwedî cihêkî pêşeng in û bîranîna wan hîn jî di dilê wan de zindî ye.
Penaber diyar kir ku Berîtan di Cotmeha 1992’an de li Xakurke li dijî kolonyalîzmê û xiyanetê berxwedan esas girtibû. Wî got ku Berîtan xwe li ser xeta Rêber Apo û berxwedana jinê kûr kiribû. Li gorî Penaber, Berîtan li hember hewldanên zihniyeta mêrê serdest ku dixwest îradeya jiyana jina azad bişkîne, serî netewand û bi redkirina teslîmbûnê berxwedan hilbijart.
Penaber got ku li hember êrîşên li ser îradeya azad a Kurdistanê û gerîlayan berxwedaneke mezin hate nîşandan û ev kevneşopî heta îro jî didome. Wî diyar kir ku xeta azadiya jinê ji bo wan mînakek e û çalakiya Zîlan a sala 1996’an wek nimûneyeke vê xeta fedayî nîşan da.
Penaber got ku wan tu carî teslîmbûn qebûl nekiriye û diyar kir ku ew ê di xeta berxwedan û têkoşînê de berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Wî got ku ew ê bê dudilî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê bikin. Penaber destnîşan kir ku ew ê têkoşînê zêdetir esas bigirin û xwe di xeta Rêber Apo de kûrtir bikin.
Penaber di dawiyê de bi navê Berîtan, hemû şehîdên meha Cotmehê û hemû şehîdên qehreman ên Kurdistanê bi rêz bi bîr anîn û soz da ku heta serkeftinê têkoşînê bidomînin. Axaftina xwe bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî kir.
Share this content:



Post Comment