KONGRA STAR BANG LI NAVNETEWEYÎ DIJÎ CEZAYÊ ÎDAMÊ YÊ LI WERÎŞE MURADI HATIYE DAYÎN KIR

KONGRA STAR BANG LI NAVNETEWEYÎ DIJÎ CEZAYÊ ÎDAMÊ YÊ LI WERÎŞE MURADI HATIYE DAYÎN KIR

Koordînasyona Kongra Starê derbarê cezayê îdamê yê ku ji aliyê dadweriya Îranê ve cara duyemîn li dijî çalakvana jin a Kurd Werîşe Muradî hatiye dayîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev biryar beşek ji polîtîkayên zextê, tirsandin û bêdengkirina jinan ên Îranê ye. Her wiha bang hate kirin ku Werîşe neyê terikandin û ji bo betalkirina cezayê îdamê piştgiriya navneteweyî bê xurtkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dayîna cara duyemîn a cezayê îdamê ji bo Werîşe Muradî nîşan dide ku Îran di polîtîkayên xwe yên zextê li ser jinan de israr dike. Hate tekez kirin ku jinek ku jiyana xwe daye têkoşîna azadiya gelê Kurd û jinan, nikare li hember gefên Îranê bê tenê hiştin.

Hat ragihandin ku Muradî di girtîgeha ku salan e lê tê girtin de, li hember tundiya laşî û derûnî û her wiha şert û mercên giran ên girtîgehê berxwe dide. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tevî van zext û şertên giran, Werîşe Muradî ji bo ku îradeya wê ya azadiyê neyê teslîmkirin, berxwe dide. Ew dixwazin bi cezayê îdamê Werîşe bêdeng bikin. Lê tu polîtîkaya ku jiyana jinê û têkoşîna wê dike hedef, nikare serkeftî bibe.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ceza û tedbîrên Îranê yên li dijî gelê Kurd, jinan û beşên muxalif ên civakê tenê bi polîtîkayên ewlehî û cezaê ve sînordar nabin. Hate destnîşankirin ku daxwazên demokratîk ên gel jî wekî tehdîdê tên dîtin û bi rêya cezayên îdamê hewl tê dayîn ku têkoşîna azadiyê ya jinan bê zextkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal kişand ser êrîşên rejîma Îranê yên li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku cara duyemîn ceza îdamê li Werîşe Muradî hate birîn. Hate gotin ku ev rewş nêzîkatiya rejîma Îranê ya li hember pirsa Kurd û helwesta wê ya li ser mafên siyasî eşkere dike. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji aliyekî ve çalakvanên jin ên Kurd bi gefa îdamê re rû bi rû tên hiştin, ji aliyê din ve operasyonên leşkerî û bombebaran li herêmên ku Kurd lê dijîn berdewam in.”

Koordînasyona Kongra Starê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên jinan, tevgerên femînîst, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, saziyên demokratîk û torên alîkariya navneteweyî kir. Hate tekez kirin ku ji bo rawestandina cezayê îdamê yê li dijî Werîşe Muradî û betalkirina biryarê, bilindkirina dengê xwe berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku li hember polîtîkayên zextê û tirsandinê yên rejîma Îranê zexta raya giştî ya bi bandor û domdar bê avakirin; ji bo eşkerekirina hemû binpêkirinên mafan ên li dijî Werîşe Muradî, komîteyeke lêkolînê ya serbixwe bê xwestin û têkoşîn di vê derbarê de bê xurtkirin.

Share this content:

Post Comment