LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 28 PARTÎ Û RÊXISTINAN BANGA “MAFÊ HÊVÎYÊ” KIR

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 28 PARTÎ Û RÊXISTINAN BANGA “MAFÊ HÊVÎYÊ” KIR

Li Başûrê Kurdistanê 28 partiyên siyasî, rêxistin û kesayetî ji bo Abdullah Ocalan “mafê hêviyê” were bicîhkirin û rê li ber beşdariya wî ya çalak di pêvajoyê de were vekirin, nameyek vekirî ji Gabriel Revel, Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.

Di nameya ku bi pêşengiya “Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan” a li Başûrê Kurdistanê hatiye amadekirin de hate gotin ku banga Ocalan a “Aştiyê û Civaka Demokratîk” girîngiya rêbazên siyasî û neşîddetê di çareserkirina şer û krîzên Rojhilata Navîn de derxistiye pêş.

Di nameyê de hat bibîranîn ku piştî banga 27 Sibat 2025, PKK biryara devjêberdana stratejiya têkoşîna çekdarî da û gerîlayên azadiyê ji bo devjêberdana çekan merasîm pêk anîn. Hate gotin ku piştî van pêşketinan şer û pevçûnên li bakurê Sûriyê û Iraqê û li Tirkiyeyê rawestan û Ocalan jî ji hemû aliyên li Sûriyeyê re bang kir ku ji bo aramiya mayînde pevçûn bi dawî bibin û çareseriyeke siyasî were dîtin.

Di nameyê de bal kişand li ser ku di encama êrîşên asmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane. Hate gotin ku Başûrê Kurdistanê bi awayekî girîng barê pirsgirêka Kurdî ya li Tirkiyeyê hildigire. Herwiha hate destnîşankirin ku piştî banga Ocalan pevçûnên li herêmê rawestan û rêveberiya herêmê û raya giştî ya Kurdî piştgirî da vê bangê.

Di nameyê de li ser helwesta Ocalan a ji bo aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî hate rawestan û hate gotin ku gelek rêxistin û kesayetiyên navneteweyî, di nav wan de 88 xwediyên Xelata Nobelê, piştgirî dan vê destpêşxeriyê.

Di nameyê de hate gotin ku ji ber girtina Ocalan li Girava Îmralî, beşdariya wî ya rasterast û çalak di pêvajoyê de sînordar e, di şert û mercên girtîgehê de tu guhertin nehatine kirin û têkiliya wî bi cîhana derve re girêdayî biryarên siyasî hatiye hiştin.

Di nameyê de behsa rapora ku di Sibat 2026 de ji aliyê komîteya têkildar ve hatiye weşandin jî hate kirin. Di raporê de girîngiya bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê hatibû destnîşankirin. Herwiha hatibû pêşniyarkirin ku mekanîzmayên heyî bêne xurtkirin. Lê hate gotin ku berdewamkirina nêrîna “têkoşîna li dijî terorê” li ser vê mijarê, li ber diyalog û lihevhatina rastîn asteng e.

Di beşa dawî ya nameyê de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hat xwestin ku biryara sala 2014 ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê “mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan were nasîn. Hate destnîşankirin ku ev dê gaveke yekem a girîng be ji bo çareserkirina rewşa qanûnî û siyasî ya Ocalan û ji bo beşdariya wî ya tam di pêvajoyê de.

Îmzekarên nameyê herwiha bang kirin ku Ocalan ji bo beşdariya pratîk a pêvajoyê bê berdan û derfetên tam û bê sînor ji bo wî bêne peyda kirin.

ÎMZEKARÊN NAMEYÊ

Di nav îmzekarên nameyê de Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Tevgera Helwesta Nîştimanî, Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, YNDK, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Parêzgeran a Kurdistanê, Tevgera Azadbûn, Rêxistina Dabîn a Pêşveçûna Demokratîk û Mafên Mirovan, Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK), Torê Rêxistinên Kurdistanê li Dijî Genosîd û Sûcên Navneteweyî, Kampanyaya “Jiyan” a li dijî îdamê li Kurdistanê, Rêxistina Çavdêriya Kurdsayd, Rêxistina Pêşvebirina Felsefeya Yesna Zerdeştî û Rêxistina Serxwebûna Jinan hene. Di heman demê de gelek akademîsyen, parêzer, siyasetmedar, parêzvanên mafên jinan û nûnerên civaka sivîl jî name îmze kirine.

Share this content:

Post Comment