GELEK KARMEND Û RÊVEberÊN ŞAREDARIYA ISTANBULÊ HATIN BINÇAVKIRIN

GELEK KARMEND Û RÊVEberÊN ŞAREDARIYA ISTANBULÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Di çarçoveya lêpirsîna nû ya li dijî Şaredariya Mezin a Stenbolê (İBB) de gelek rêveber û karmendên şaredariyê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Serokê Daîreya Kirînê ya İBBê Mustafa Sökmen, Rêveberê Şaxê ku berpirsiyarê Lokantayên Bajêr e Ali Toy, Serokê berê yê Daîreya Karên Darayî ya İBBê Neslihan Vural û Rêveberê Polîsan Gökhan Fırtına jî di nav kesên hatine binçavkirin de ne.

Hat ragihandin ku binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna nû ya li dijî Şaredariya Mezin a Stenbolê de pêk hatine.

Share this content:

Post Comment