KJAR BERNAMEYA ÇALAKIYÊN SALVEGERA 4’AN A ŞOREŞA “JIN, JIYAN, AZADΔ RAGIHAND

KJAR BERNAMEYA ÇALAKIYÊN SALVEGERA 4’AN A ŞOREŞA “JIN, JIYAN, AZADΔ RAGIHAND

Civata Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji bo salvegera 4’an a şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bernameya xwe ya çalakî û çalakiyên salvegerê ragihand. KJAR bang li hemû partî û rêxistinan, çalakvanên jin, kesayetiyên azadîxwaz û demokrat kir ku beşdarî çalakiyên hevpar bibin.

Di daxuyaniya KJARê de hat gotin ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” di van çar salên borî de têkoşîna civakî ya li ser bingeha azadiya jinan mezin kiriye û bandora wê ji sînorên herêmî û neteweyî derbas bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku salveger derfeteke girîng e ji bo nirxandina destkeftiyên têkoşînê, kûrkirina hişmendiya civakî û xurtkirina armancên azadiyê.

KJARê bal kişand ser hewcedariya yekîtî, rêxistinbûn û pêkanîna stratejiyên hevpar di navbera hêzên têkoşer de ji bo pêkanîna armancên şoreşê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna li dijî zext û zilmê ya pergalê pêdivî bi tevgera hevpar dike û bang li hemû aliyên civakê hat kirin ku piştgirî û hevkarîyê xurt bikin.

Di çarçoveya bernameyê de, hat ragihandin ku pirtûka “Pêla Kolanê” dê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, were çapkirin. KJARê diyar kir ku berê jî du cildên vê berhemê hatine çapkirin.

Hat ragihandin ku kovarên “Jinên Rojhilat” û “Jineolojî” dê ji bo salvegerê bi hejmarên taybet werin çapkirin û belavkirin. Her wiha, di 6 û 13ê Îlonê de, bi beşdariya zêdetirî 30 çalakvanên jin, konferansa du-rojî ya serhêl a bi navê “Jin Jiyan Azadî: Ji Destkeftiyan Ber Bi Diyarkirina Pêşerojê” dê were lidarxistin.

Di bernameyê de her wiha li welatên cuda yên Ewropayê bi beşdariya çalakvanên jin, bi dirûşma “Bi dengekî yek: Jin, Jiyan, Azadî” dê meşên protestoyê bên lidarxistin. Di heman demê de hat ragihandin ku di navbera 16 rêxistinên jinan ên li Îranê de semboleke hevpar dê were diyarkirin û di çalakiyên cuda de were bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo piştgiriya têkoşîna jinan a li Kurdistan û Îranê semîner û webinarên cuda dê bên lidarxistin. Her wiha bang li hemû kesan hat kirin ku di 16ê Îlonê de, li her cihê ku ne, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, şemek vêxin.

KJARê her wiha diyar kir ku dê bi platform û derdorên ku tê de cih digire re hevkarî xurt bike û ji bo mezin kirina çalakiyên hevpar li Kurdistanê û li seranserê Rojhilata Navîn xebatên xwe bidomîne.

Share this content:

Post Comment