MECLÎSA GELÊ ŞENGALÊ: BIRYARA BEXDAYÊ YEKALÎ Û NIGERAN E
Meclîsa Gelê Şengalê, rexne li civîna ku li Bexdayê derbarê rewşa Şengalê de hat lidarxistin kir û got ku civîn bêyî ku nûnerên civaka Êzidî û nerînên wan bên girtin, hat lidarxistin. Meclîsê diyar kir ku ev nêzîkatiya derbarê pêşeroja herêmê de di nav civaka Êzidî de fikar û gumanan çêdike.
Duh li Bexdayê, di serokatiya serokê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê de, civîneke derbarê rewşa ewlehî û îdarî ya Şengalê hat lidarxistin. Hat ragihandin ku nûnerên saziyên îstîxbarat, ewlehî û îdarî yên Iraqê, her wiha nûnerê Bernameya Pêşketina Neteweyên Yekbûyî (UNDP), beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewlehiya Şengalê, rewşa îdarî, vegera penaberên Êzidî û mijarên din ên girîng ên derbarê pêşeroja herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di heman demê de Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) îdiayên ku “2 hezar û 200 şervanên YBŞ ketine artêşa Iraqê” red kir. YBŞê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ew amade ye, li gorî serweriya Iraqê û berjewendiyên gelê Şengalê, danûstandinên bi hikûmeta Iraqê re pêş bixe.
Piştî van pêşketinan, Meclîsa Gelê Şengalê jî daxuyaniyeke nivîskî li ser civîna Bexdayê weşand. Meclîsê got ku bêyî beşdariya gelê Şengalê û nûnerên herêmê biryar li ser pêşeroja herêmê nayên girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civîna bêyî ku nerînên nûnerên civaka Êzidî bên girtin, di nav civakê de fikar û gumanên cidî çêkiriye. Meclîsa Gelê Şengalê diyar kir ku divê biryarên derbarê pêşeroja herêmê de li ser bingeha îradeya gelê Şengalê û bi beşdariya wan bên girtin.
Meclîsê got ku entegrasyona demokratîk ji bo Şengalê rêya herî guncaw a çareseriyê ye û bang li hikûmeta Iraqê kir ku hêzên parastina Şengalê, wek YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzîdxanê, bi awayekî fermî nas bike.
Share this content:



Post Comment