LI HEWLÊRÊ 10 ÎHA HATIN XISTIN

LI HEWLÊRÊ 10 ÎHA HATIN XISTIN

Yekîneya Antî Terorê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) ragihand ku hêzên Koalîsyonê di saetên sibehê de li ezmanên Hewlêrê 10 balafirên bêmirov ên xwekuj hatin xistin.

Piştî êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) li ser Îranê, hat ragihandin ku Sepahên Pasdarên Îranê jî welatên herêma Kendavê, di nav de Urdun, Kuweyt û Bahreyn, û herwiha Herêma Kurdistanê hedef girtine.

Yekîneya Antî Terorê ya KDP’ê derbarê êrîşên ku di saetên sibehê yên zû de li derdora Hewlêrê pêk hatine daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di navbera saetên 01.13 û 03.31’an de hêzên Koalîsyonê 10 balafirên bêmirov ên xwekuj ên li ezmanên parêzgeha Hewlêrê hatibûn dîtin, xistin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşan de tu kes jiyana xwe ji dest neda.

Artêşa Sepahên Pasdarên Îranê jî berê ragihandibû ku hin deverên li Hewlêrê hedef girtine.

Share this content:

Post Comment