YEKÎNEYA ANTÎ TERORÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ: LI QADA HEWAYÎ YA HEWLÊRÊ 10 ÎHA YÊN BOMBEBAR HATIN XISTIN

YEKÎNEYA ANTÎ TERORÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ: LI QADA HEWAYÎ YA HEWLÊRÊ 10 ÎHA YÊN BOMBEBAR HATIN XISTIN

Yekîneya Antî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di saetên sibehê yên zû yên 2’ê Îlonê de li qada hewayî ya Hewlêrê 10 balafirên bêmirov ên bombeber hatine xistin.

Li gorî daxuyaniya Yekîneya Antî Terorê, hêzên hevalbend di navbera saetên 01.13 û 03.31’an de 10 balafirên bêmirov ên bombeber ên li qada hewayî ya parêzgeha Hewlêrê hatibûn tespîtkirin, bêbandor kirin û xistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama operasyonê de tu kesî jiyana xwe ji dest neda.

ÎRAN RAGIHAND KU LI HEWLÊRÊ BINGEHÊN ABD’Ê HATINE HEDEF GIRTIN

Artêşa Sepahên Pasdarên Îranê ragihand ku li dijî bingehên leşkerî yên ABD’ê yên li Hewlêrê bi mûşek û balafirên bêmirov êrîş pêk anîye.

Sepahên Pasdaranê îdia kir ku ev êrîş wek bersivek li dijî êrîşên ABD’ê yên şeva berê li ser Îranê hatine kirin.

Di daxuyaniya Îranê de hate îdiakirin ku di êrîşan de navendeke çêkirin û parastina ekipmanên artêşa ABD’ê û depoyên amûrên teknîkî hatine hilweşandin. Herwiha hate îdiakirin ku pergala rêberiya balafireke sîxuriyê ya bêmirov a ABD’ê ya li hundirê bingehê jî hatiye hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de herwiha hate îdiakirin ku depoyên sotemeniyê yên bingehê hatine şewitandin û hin leşkerên ABD’ê hatine kuştin. Heta niha ji aliyê ABD’ê ve ji bo van îdîayan tu piştrastkirinek nehatiye kirin.

ABD LI ÎRANÊ ARMANCÊN SEPAHÊN PASDARANÊ HATIN HEDEF GIRTIN

Fermandariya Navendî ya Hêzên ABD’ê (CENTCOM) roja berê êvarê ragihand ku li Îranê dest bi êrîşan li ser armancên Artêşa Sepahên Pasdaranê kiriye.

Piştî ragihandina êrîşên ABD’ê, medyaya Îranê got ku dengên teqînan li Girava Keşmê, Bender Abbas, Sirîk, Çabahar û Kunarekê hatine bihîstin.

Di dema ku êrîşên li dijî hev li herêmê didomin, derbarê girêdana balafirên bêmirov ên li qada hewayî ya Hewlêrê hatine xistin û armancên wan de, aliyên cuda agahiyên cuda didin.

Share this content:

Post Comment