YPJ NASNAMEYÊ 3 ŞERKERÊN KU DI BERXWEDANA EFRÎNÊ DE ŞEHÎD BÛNE RAGIHAND
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), nasnameyên 3 şerkerên bi navên kod Eylem Cûdî, Eylem Çiya û Silava Kurdistan, ku di sala 2018’an de di berxwedana Efrînê de şehîd bûn, ragihand. YPJ’ê diyar kir ku dê bîranîna şehîdan di têkoşînê de zindî bihêlin û ala azadiyê ya ku ji wan wergirtine dê bigihînin serkeftinê.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê ragihandina nasnameyên 3 şerkerên ku di berxwedana Efrînê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerkerên bi navên kod Eylem Cûdî, Eylem Çiya û Silava Kurdistan ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe têkoşiyan.
EYLEM CÛDÎ DI 14’Ê ADARÊ 2018’AN DE ŞEHÎD BÛ
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Eylem Cûdî, ku nav û paşnavê wê Fatma Xelîl e, li Efrînê hatiye dinyayê û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Hate diyarkirin ku Eylem Cûdî parastina Efrînê wekî parastina rûmeta mirovahiyê dît û bi biryareke mezin di eniyên pêşîn ên şer de cih girt.
Hate ragihandin ku Fatma Xelîl di 14’ê Adara 2018’an de di encama êrîşa asmanî ya li ser navçeya Mabata ya Efrînê de şehîd bû.
EYLEM ÇIYA DI BERXWEDANA EFRÎNÊ DE ŞEHÎD BÛ
Eylem Çiya, ku nav û paşnavê wê Raniya Ehmed e, di sala 1999’an de li Efrînê hatiye dinyayê û azadiyê wekî felsefeya jiyanê pejirandiye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Eylem Çiya di dema Berxwedana Serdemê de beşdarî parastina axa Efrînê bû û di Sibata 2018’an de şehîd bû.
SILAVA KURDISTAN LI CINDIRÊSÊ ŞEHÎD BÛ
Hate ragihandin ku Silava Kurdistan, ku nav û paşnavê wê Îman Mustefa ye, di sala 2000’an de li Efrînê hatiye dinyayê. Silava Kurdistan wekî yek ji navên pêşeng ên berxwedana Efrînê hat pênasekirin û hate gotin ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe û rûmeta jinan veqetandiye.
Hate ragihandin ku Îman Mustefa di 9’ê Adara 2018’an de li gundê Kefer Sefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê di êrîşa asmanî de şehîd bû.
ALA AZADIYÊ DÊ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ
Di daxuyaniya YPJ’ê de hate diyarkirin ku bîranîna şehîdan dê di têkoşînê de zindî bê parastin û hat gotin: “Ala azadiyê ya ku wan ji me re spartiye, em ê li seranserê axa Kurdistanê bigihînin serkeftinê.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên şehîdan û gel re serxweşî hate xwestin.
Share this content:



Post Comment