YPJ DI BIN BANÊ WEZARETA NAVXWE DE WÊ WEKE HÊZEKÎ TAYBET CÎH BIGIRE

YPJ DI BIN BANÊ WEZARETA NAVXWE DE WÊ WEKE HÊZEKÎ TAYBET CÎH BIGIRE

Hat ragihandin ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dê di bin banê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de weke hêzekî taybet cîh bigire.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, roja Çarşemê ya 26’ê Tebaxê di navbera endamên Fermandariya YPJ û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de civînek hate lidarxistin.

Di civînê de endamên Fermandariya YPJ Newroz Ehmed, Sozdar Hacî û Xalsa Ayêd, berdevka Ofîsa Ragihandinê ya YPJ Rûken Cemal û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Enes Hesen Xetab beşdar bûn.

Civîn saet 23.00’an dest pê kir û nêzîkî saetek û nîv dom kir.

Di civînê de hate diyarkirin ku statuya YPJ’ê, li gorî taybetmendiya herêmên Kurdî, dê wekî rewşeke îstîsnayî were nirxandin.

Her wiha hate ragihandin ku li ser cihgirtina YPJ’ê di bin banê Wezareta Navxwe de wekî yekîneyeke taybet a şerê li dijî terorê tê nîqaşkirin. Lê ji bo vê mijarê hîn biryareke dawî nehatiye dayîn û gotûbêj berdewam dikin.

Share this content:

Post Comment