WALIYÊ HESÊKÊ: JI BO SALA NÛ YA PERWERDEHİYÊ BI HIKÛMETA ŞAMÊ RE PLANEKE ME AMADE KIR

WALIYÊ HESÊKÊ: JI BO SALA NÛ YA PERWERDEHİYÊ BI HIKÛMETA ŞAMÊ RE PLANEKE ME AMADE KIR

Waliyê Hesêkê Nûredîn Ehmed ragihand ku ji bo sala nû ya perwerde û hînkirinê bi Wezareta Perwerdehiya Sûriyê re planek amade kirine û li Hesêkê dê pêvajoyeke nû ya îdarî û dadwerî dest pê bike ku di çarçoveya wê de saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê dê werin yekgirtin.

Waliyê Hesêkê Nûredîn Ehmed di axaftina xwe ya ji Rûdawê re de got ku wan ji bo pêkanîna plana nû ya rêveberiya parêzgehê bi wezîrên hikûmeta Sûriyê re gelek civînên bilind û “erênî” pêk anîne. Ehmed got ku yek ji wan civînan di çarçoveya “Peymana 29ê Kanûnê” de pêk hatiye.

JI BO HESÊKÊ RÊVE-BERIYEK TAYBET DÊ WERE AVAKIRIN

Ehmed got ku bi Wezîrê Pêşveçûna Îdarî ya Sûriyê re li ser avakirina rêveberiyeke taybet ji bo Hesêkê li hev kirine. Wî diyar kir ku erkê vê rêveberiyê yekgirtina saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê ye.

Li gorî gotinên Ehmed, hemû karmendên ku beşdarî pêvajoya yekgirtinê dibin dê peymanên fermî werin çêkirin û pirsgirêka mûçeyan dê were çareserkirin.

SAZIYÊN DADWERÎ DÊ WERIN YEKGIRTIN

Waliyê Hesêkê herwiha got ku di warê dadweriyê de jî xebat tên kirin da ku dadwer û karmendên girêdayî Encûmena Dadê ya Rêveberiya Xweser bi pergala dadweriya dewletê ya Sûriyê re werin yekgirtin.

Ehmed ragihand ku di demeke nêzîk de Qesra Dadê ya Hesêkê dê were vekirin û dest bi kar bike.

MAFÊ PERWERDEHIYÊ DÊ WERE GARANTI KIRIN

Waliyê Hesêkê Nûredîn Ehmed diyar kir ku ji bo sala nû ya perwerde û hînkirinê bi Wezîrê Perwerdehiya Sûriyê re planek amade kirine.

Ehmed got ku bi vê planê mafê perwerdehiyê yê hemû pêkhateyan dê were parastin.

RÊVE-BERÊN NÛ DÊ HÊFTIYA PÊŞ DEST BI KAR BIKIN

Ehmed herwiha ragihand ku mijara destnîşankirina rêveberên nû yên ku dê li navçeyan û ofîsên herêmî bixebitin hatiye çareserkirin.

Wî got ku rêveberên nû yên navçe û şaredariyan dê di hefteya pêş de dest bi kar bikin.

Share this content:

Post Comment