LI WANÊ TAZIYA DI ROJA DUYEM DE DIDOME
Ji bo gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd bûne li taxa Artemêtê (Edremît) ya Wanê taziya di roja duyem de didome. Serdana gel a cihê taziyê berdewam dike û jin û ciwan serxweşiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.
Ji bo gerîlayên HPG/YJA Star yên şehîd bûne, li Salona Mardam a Artemêtê taziya hatiye sazkirin û di roja duyem de serdan berdewam dikin.
Li cihê taziyê pankartên “Em şehîden azadîye bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û “Şehîd roniya ye me ne” hatine daliqandin. Wêneyên şehîdan jî li cihê taziyê cih girtin.
Taziya ku bi pêşengiya MEBYA-DERê li Wanê hatiye sazkirin, berdewam dike û gel serdana wê dike.
Ji sibehê zû ve jin û ciwan hatin cihê taziyê û serxweşiya xwe gihandine malbatên şehîdan.
Share this content:



Post Comment