DENİZ TÜRKALİ: HERÇEND EM XEMGÎN BIN JÎ DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN VÊ PÊVAJÊ
Lîstikvan Deniz Türkali bang li piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got ku fikar û endîşeyan nikarin bibe sedem ku mirov piştgirî nede pêvajoyê. Türkali diyar kir ku bangewaza Abdullah Öcalan ronahiyeke hêviyê pêk aniye.
Lîstikvan Deniz Türkali di nirxandina xwe ya ji ANF re li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bang li piştgiriya pêvajoyê kir.
Türkali diyar kir ku salên dirêj hin şaşî wek rastî hatine hînkirin û ev yek di civakê de pêşdîtin û prejudîs çêkiriye. Wê got ku huner dikare di rakirina van pêşdîtinan de roleke girîng bilîze.
‘HUNER DERÎYÊ RÛBERÛBÛNÊ VEDIKE’
Türkali bal kişand ser ku yek ji armancên bingehîn ên hunerê rûbirûbûn e û got siyasetmedar divê bikaribin ji vegotinên hunerê bi awayekî rast sûd werbigirin. Wê diyar kir ku wateya berhemên hunermendên ku bi xêz, nivîs an lîstikê xwe îfade dikin, bi awayê temaşevan tê şekildan.
Türkali got ku destpêkirina pêvajoyeke mayînde ya aştiyê li Tirkiyeyê dê bandoreke erênî li ser qada hunerê jî bike û dê bibe sedem ku zext û sansor kêm bibin.
Wê bal kişand ser rola girîng a jinan di têkoşîna aştiyê de û got tevgerên jinan tevî zextên giran têkoşîna xwe domandine.
‘BANGEWAZA ÖCALAN GELEK GIRÎNG E’
Türkali diyar kir ku bangewaza Abdullah Öcalan û biryara siyaseta demokratîk ji bo wê pir girîng in û got ku bangewazî ronahiyeke hêviyê pêk aniye. Wê got pêvajoya aştiyê ji bo demokrasiyê yek ji mijarên girîng e û heke pêvajoyê bi ser bikeve, hunermendên ji nasname û çandên cuda dê karibin di hawîrdoreke azadtir de berhemên xwe biafirînin.
‘ENDÎŞE NE SEDEMEK E KU EM PIŞTGIRIYÊ NEDIN’
Türkali bang li kesên ku ji pêvajoyê endîşe dikin kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Wê diyar kir ku endîşe tiştekî xwezayî ye, lê divê ew nebe sedem ku mirov li dijî pêvajoya aştiyê derkeve.
Türkali bal kişand ser girîngiya şertên aştiyê û got ku li cihê ku aliyek tê bindestkirin û aliyek din serdest e, ne mimk e ku ew rewş wek aştî were binavkirin. Wê got divê endîşe bê parastin û şertên aştiyê bi awayekî rast werin nirxandin.
Türkali diyar kir ku ji bo siyasetmedaran bangewaziyeke taybet nake û bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî di pêvajoya aştiyê de.
Share this content:



Post Comment