BANGÊ CIWANÊN NISÊBÎNÊ JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ MADDEYÊN HİŞBER Û GIRÊDAYÎNÊ
Li Taxa Koçera ya bajarê Nisêbînê yên Mêrdînê ciwanan li hev civiyan û li dijî maddeyên hişber û girêdayînê çalakiyek lidar xistin. Ciwanan diyar kir ku têkoşîna xwe ji taxê dest pê dikin û wê li seranserê Nisêbînê belav bikin. Herwiha wan bang li malbat û ciwanan kir ku di vê têkoşînê de bibin hevkar.
Di çalakiyê de bi şiyara “Berxwedana herî mezin berxwedana li dijî girêdayînê ye” pankartên bi nivîsa “Na ji madeyên hişber re” hatin rakirin. Piştî çalakiya bi pankartan, ciwanan pêşandana fîşekên hewayî li dar xistin û biryara xwe ya li dijî madeyên hişber û girêdayînê nîşan dan.
Di daxuyaniya Ciwanên Tâxâ Koçera ya Nisêbînê de hat gotin ku ew ê nehêlin tax û kolanên Nisêbînê veguherin “qulikê madeyên hişber” û ciwan di ber girêdayînê de bêpar bimînin.
Ciwanan diyar kir ku têkoşîna wan li dijî madeyên hişber û kesên ku girêdayînê belav dikin, ji Tâxâ Koçera dest pê bike û li seranserê Nisêbînê berdewam bike.
Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Nisêbînê, malbat û ciwanan, bi taybetî jî niştecihên Tâxâ Koçera, hat kirin ku li dijî vê xirabûna civakî bi hev re tevbigere û xwedî li kolan û paşeroja xwe derkevin.
Çalakî bi banga ciwanan ya xwedîderketina li ser tax û paşeroja xwe bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment