BEŞTAŞ: EV YASA HEMÛ PIRSGIRÊKAN NAYÊ ÇARESERKIRIN, LÊ DÊ BIBE GAVA DÎROKÎ YA DESTPÊKÊ

BEŞTAŞ: EV YASA HEMÛ PIRSGIRÊKAN NAYÊ ÇARESERKIRIN, LÊ DÊ BIBE GAVA DÎROKÎ YA DESTPÊKÊ

Hevseroka Hevbeş a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya DEM, Meral Danış Beştaş, li ser yasaya ku di nav raya giştî de bi navê “Yasaya Çarçoveyî” tê naskirin nirxandin kir û got ku ev qanûn dê bingeha yekem a hukûqî ya pêvajoyê ava bike, lê tenê bi xwe hemû pirsgirêkan çareser nake.

Beştaş got ku derbasbûna vê yasayê ji bo çareseriya demokratîk gaveke dîrokî ye. Wê diyar kir ku daxwazên salan û têkoşîna civakî rê li ber vê qonaxê vekirine û her çend derengmayîn hatiye rexnekirin jî, qonaxa niha girîngiyeke taybet heye.

Li gorî Beştaş, ev qanûn wek ku Abdullah Öcalan jê re dibêje “yasaya şaneyên kok” e û dê bingeha hemû reformên hukûqî û demokratîk ên pêşerojê ava bike. Ji ber vê yekê divê hêvî nebe ku hemû pirsgirêk bi yek qanûnê bên çareserkirin.

Wê got ku ji bo demeke dirêj sê mijarên sereke li pêş xistine: girtiyên siyasî, kesên ku li surgunê dijîn û gerîlayên ku dixwazin vegerin welat. Li gorî wê, pêdivî ye ku ji bo vegera ewle ya gerîlayên çekdanî çarçoveyeke hukûqî were amadekirin.

Beştaş diyar kir ku di Meclîsê de nîqaş û hevdîtin gihiştine asteke girîng û gelek partî li ser rapora komîsyonê li hev hatine. Wê got meyla giştî ew e ku berî qedandina van xebatan Meclîs tatile neçe.

Li gorî Beştaş, ev yasa dê di bidawîkirina şert û mercên pevçûnê û vekirina rêya çareseriya demokratîk de roleke girîng bilîze. Wê got di sal û nîvekê dawî de hêviya civakê ji bo pêşerojê zêde bûye û her çend kêmasî hene jî, pêşketinên girîng jî çêbûne.

Wê herwiha got ku pêvajoya demokratîkbûnê dê gav bi gav pêşve here. Mafê zimanê dayikê, derxistina rastiyan holê, rûbirûbûna civakî, entegrasyona demokratîk, reformên cezayê û garantîkirina mafên bingehîn dê di qonaxên pêş de bên nîqaşkirin. Li gorî wê, divê ziman, nasname û çanda Kurdan bi qanûnê bên parastin.

Beştaş li ser şert û mercên kar û hevdîtinên Abdullah Öcalan jî axivî û got şertên heyî têrê nakin û divê were baştir kirin.

Di dawiya axaftina xwe de Beştaş bang li civakê kir ku pêvajoyê xwedî bikin, baweriyê bidin têkoşîn û ji bo avakirina pêşerojek demokratîk, aştîxwaz û ewle têkoşîna xwe bidomînin.

Share this content:

Post Comment