KNK JI BO HASAN BASRÎ FIRAT PEYAMEKE ŞÎNÊ WEŞAND: TÊKOŞÎNA WÎ DÊ HER DEM JI BO ME BIBE ÇAVKANÎYA HÊZÊ

KNK JI BO HASAN BASRÎ FIRAT PEYAMEKE ŞÎNÊ WEŞAND: TÊKOŞÎNA WÎ DÊ HER DEM JI BO ME BIBE ÇAVKANÎYA HÊZÊ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo endamê xwe û Hevserokê berê yê Şaredariya Xinûsê Hasan Basrî Fırat, ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, peyameke şînê weşand. Di peyamê de hate destnîşankirin ku têkoşîna Fırat ji bo maf, azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd dê her dem bibe mînakek ji bo nifşên pêşerojê.

KNK di daxuyaniya xwe de got ku Hasan Basrî Fırat, ku di 27’ê Tîrmeha 2026’an de di surgunê de jiyana xwe ji dest da, hemû jiyana xwe ji bo mafên gelê Kurd, yekîtiya neteweyî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd terxan kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew heta dawiya jiyana xwe di nav KNK’ê de bi bawerî û berpirsiyarî xebitî.

Di peyamê de herwiha hate gotin ku tevî zext, girtin, darizandin û salên dirêj ên surgunê, Hasan Basrî Fırat ji prensîbên xwe paş neket. KNK diyar kir ku ew mîrasa dîrokî ya malbata Şêx Seîd bi rûmet parast û bi jiyana xwe bû sembola berxwedanê, biryardariyê û dilsoziya gelê xwe.

KNK bal kişand ser ku di vê demê de ku nîqaşên li ser çareseriya dadperwer, demokratîk û bi rûmet ji nû ve tên kirin, têkoşîna Hasan Basrî Fırat ji bo yekîtiya neteweyî û diyalogê dê her dem ji bo xebatên neteweyî yên li her çar parçeyên Kurdistanê bibe pîvan û çavkaniyek girîng a moralê.

Di dawiya peyamê de KNK sersaxiya xwe ji malbata Hasan Basrî Fırat, malbata Şêx Seîd, heval û hogirên wî û hemû gelê welatparêz ê Kurd re şand.

Share this content:

Post Comment