TRUMP: ÎRAN DIXWAZE PEYMANEKÊ BIKE, LÊ HÊ NÎHA AMADE NE
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump di daxuyaniyeke xwe de li ser tengeziya bi Îranê re got ku Tahran dixwaze peymanekê çêbike, lê hîn amade nîne û di demeke nêz de dê ji bo destpêkirina danûstandinan amade bibe.
Trump li eyaleta Georgia’yê di civîneke bi hilbijêrên Partiya Komarparêz re axivî û di axaftina xwe de li ser pevçûnên bi Îranê û operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê rawestiya.
Trump bi bîranîna leşkerên Amerîkî yên ku di êrişên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, got cenazeyên çar leşkeran hatine welêt. Wî ji malbatên wan re serxweşî xwest û got ku êşa wan parve dike. Her weha diyar kir ku yek ji van malbatan bi balafira Air Force One re anî Georgia’yê.
Trump di derbarê îhtîmala peymanekê bi Îranê re got: “Îranî dixwazin peymanekê bikin, lê hênû amade nînin. Dê di demeke nêz de amade bibin.”
Wî her weha li ser Tengava Hürmüzê axivî û got: “Em ne hewceyê Hürmüzê ne, lê divê tiştê pêwîst bikin. Em nikarin destûr bidin ku Îran xwedî çekên nukleer bibe.”
Di beşa siyaseta navxweyî de jî Trump Demokratan rexne kir û li ser hilbijartinên serokatiyê û polîtîkayên civakî axivî. Wî îdia kir ku van polîtîkayan zirar daye navûdengê Dewletên Yekbûyî li ser asta navneteweyî.
Share this content:



Post Comment