RAPORA İHD’Ê: JI BO AŞTIYA MAYÎNDE DIVÊ REFORMÊN DEMOKRATÎK HATIN PÊKANÎN

RAPORA İHD’Ê: JI BO AŞTIYA MAYÎNDE DIVÊ REFORMÊN DEMOKRATÎK HATIN PÊKANÎN

Komela Mafên Mirovan (İHD) rapora xwe ya bi navê “Rapora Çavdêriya PKK-Pêvajoya Aştiyê”, ku heyama di navbera 1’ê Cotmeha 2024 û 1’ê Tîrmeha 2026’an de digire nav xwe, weşand. Di raporê de hate gotin ku bidawîbûna pevçûnan gaveke girîng e, lê ji bo aştiya mayînde reformên berfireh ên demokratîk û qanûnî pêwîstin.

Rapor di civîneke li Baroya Amedê de ji aliyê Hevserokê Giştî yê İHD’ê Cihan Aydın ve hate ragihandin. Di raporê de pêşketina pêvajoya aştiyê, xebatên komîsyona TBMM’ê û bandora vê pêvajoyê li ser mafên mirovan û qada hiqûqê hate nirxandin.

İHD bal kişand ku ji bo şopandina pêvajoya aştiyê mekanîzmayeke fermî tune ye û ev valahî ji aliyê civaka sivîl ve tê dagirtin.

Li gorî raporê, sala 2025’an saleke bû ku pevçûnên çekdarî bi dawî bûn, lê di warê mafên mirovan, demokrasî, dad û azadiyên bingehîn de paşveçûnên girîng hatin dîtin. Di raporê de paşveçûn di warên serbixwebûna dadweriyê, kayyum, azadiya ragihandin û çapemeniyê, mafê civîn û xwepêşandanê, qedexekirina cudakariyê û mafê jiyanê de hate qeyd kirin.

İHD heyama Sibat-Hezîrana 2026’an wek “qonaxa çaremîn” a pêvajoyê binav kir û got ku hêvî ji bo qanûneke çarçoveyî heye, lê pêvajo hêza xwe winda kiriye.

Di raporê de hat gotin ku rawestandina çekan tenê ji bo aştiya mayînde bes nake. Ji ber vê yekê daxwaz hate kirin ku qanûneke çarçoveyî were derxistin, reformên demokratîk bên kirin, dest ji pratîka kayyuman were kişandin, azadiya ragihandinê were parastin û ji bo kuştinên bêfaîl mekanîzmayên rastiyê werin avakirin.

Herwiha rapor pêşniyar kir ku mekanîzmayên serbixwe yên çavdêriyê bi fermî werin nas kirin, civaka sivîl bêtir beşdar bibe û piştgiriya saziyên navneteweyî bidome.

Di raporê de behsa rola Abdullah Öcalan di pêvajoya bêçekbûnê de jî hate kirin û hate gotin ku ew dikare di qebûlkirina biryaran de roleke girîng bilîze. Ji ber vê yekê pêşniyar hate kirin ku pêvajo li ser bingehek hiqûqî û sazûmanî were meşandin.

Share this content:

Post Comment