DAYIKA AŞTIYÊ BAHAR BILGE, KU DIGOT “EZ DAYIKA SEROK Û KURDISTANÊ ME”, KOÇA DAWIYÊ KIR

DAYIKA AŞTIYÊ BAHAR BILGE, KU DIGOT “EZ DAYIKA SEROK Û KURDISTANÊ ME”, KOÇA DAWIYÊ KIR

Dayika Aştiyê Bahar Bilge, ku di têkoşîna azadiyê de mêrê xwe, du kur û du neviyên xwe winda kiribûn û xwe bi gotina “Ez dayika Serok û Kurdistanê me” dida nasîn, di 87 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Piştî berxwedana xweseriyê ya Nisêbînê, Bahar Bilge neçar ma ku biçe Qoserê. Ew salan di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih girt û beşdarî gelek çalakî û xwepêşandanan bû.

Mêrê wê Abdulkadir Bilge di sala 1994’an de li Nisêbînê di êrîşa Hizbulkontra de hat kuştin. Kurê wê Zeynel Abidin Bilge (Piling) di sala 1996’an de li Çelê, kurê din Ekrem Bilge (Diyar Bagok) jî di sala 2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Huseyîn Bilge jî piştî 30 salan zindanê di sala 2021’an de hat berdan.

Neviyên wê Mazlum Bilge (Piling Bagok) û Abdulhalim Demir (Diyar Bagok) jî di sala 2016’an de li Minbicê şehîd bûn.

Tevî ku çavên wê baş nedîtin, di sala 2014’an de dema êrîşên DAÎŞ’ê li ser Kobanê, li gundê Mehsertê, li ser sînorê Kobanê rojên dirêj nobet girt.

Di hevpeyvînekê de ku di sala 2014’an de dabû DİHA’yê, wiha gotibû:

“Mêrê min û zarokên min birin, êşkence kirin. Mêrê min li nav çarşiyê kuştin. Piştî wê kurê min Piling şehîd bû. Kurê min Huseyîn jî bi cezayê hepsa heyatî hate cezakirin. Kurê min Diyar Bagok piştî ku li gelek deverên Kurdistanê şer kir, li Kobanê şehîd bû. Ez dayika Serok im. Ez dayika hemû şervanan im. Ez dayika Kurdistanê me.”

Tê payîn ku cenazeyê Bahar Bilge li Goristana Hecaca ya Nisêbînê were veşartin, û şertê taziyê li Mala Taziyê ya Abdulkadir Dündar li Qoserê were qebûlkirin.

Share this content:

Post Comment