KALÎBAF: SERDEMA WERGIRTINA TAWÎZ BI ZEXTA AMERÎKAYÊ QEDÎYA YE

KALÎBAF: SERDEMA WERGIRTINA TAWÎZ BI ZEXTA AMERÎKAYÊ QEDÎYA YE

Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Baqir Kalîbaf got ku êrîşên leşkerî yên dawî yên Amerîkayê Peymana Mutabakatê binpê kirine û bi zext û gefan nayê karîn ji Îranê tawîz were standin.

Kalîbaf di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X de got ku rêveberiya Washingtonê hin xalan ên peymana 14 maddî binpê kiriye. Wî diyar kir ku rêzikên Hurmuzê hatine binpêkirin, gefên leşkerî didomin, li başûrê Îranê êrîş hatine kirin û cezayên li ser petrolê dîsa hatine sepandin.

Kalîbaf herwiha got ku êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê jî didomin û van pêşketinan li dijî ruhê mutabakatê ne.

Wî got ku siyaseta zext û zorê ya Amerîkayê encam nade û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Serdema wergirtina tawîz bi zor û zextê qediya ye. Ev rêbaz encam nade. Em paşve nagerin.”

Di şevê de Amerîka ragihand ku li Sirik, Bender Abbas û deverên li derdora Tengava Hurmuzê êrîş kirine. CENTCOM jî daxuyand ku wekî bersiva êrîşên Îranê li ser gemiyên bazirganî, zêdetirî 80 armancên leşkerî hatine vurîn.

Îran jî ragihand ku li Behreyn û Kuweytê armancên leşkerî yên Amerîkayê hedef girtine.

Share this content:

Post Comment