BERÎ ZIRVEYA NATO’YÊ, LI MOSKOVAYÊ BI ZÊDETIRÎ 400 ÎHA’YAN ÊRÎŞ HATE KIRIN

BERÎ ZIRVEYA NATO’YÊ, LI MOSKOVAYÊ BI ZÊDETIRÎ 400 ÎHA’YAN ÊRÎŞ HATE KIRIN

Hat ragihandin ku Ukraynayê çend saetan berî destpêkirina Zirveya NATO’yê bi zêdetirî 400 balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşeke berfireh li paytexta Rûsyayê, Moskovayê, kir. Karbidestên Rûsyayê gotin ku pergala parastina asmanî piraniya van êrîşan asteng kir.

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin diyar kir ku heta sibehê zêdetirî 430 ÎHA ber bi herêma Moskovayê ve hatin tesbîtkirin û piraniya wan berî ku bigihîjin paytextê hatin xera kirin.

Sobyanin herwiha got ku 36 ÎHA’yên ku nêzîkî Moskovayê bûn jî ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin xistin û ev êrîş bû sedema girtina tedbîrên ewlehiyê yên fireh li paytextê.

Ev êrîş çend saetan berî destpêkirina Zirveya NATO’yê li Enqereyê pêk hat; li wir serokên NATO’yê dê li ser şerê Rûsya-Ukraynayê û mijarên ewlehî û parastinê nîqaş bikin.

Karbidestên Rûsyayê diyar kirin ku di rojên dawî de êrîşên ÎHA’yên Ukraynayê zêde bûne û di êrîşên berê de jî zêdetirî 419 ÎHA li seranserê welêt hatine xistin.

Di gundekî li derdora Moskovayê de jî di êrîşên berê de pitikek şeş mehî jiyana xwe ji dest dabû.

Ji aliyê din ve, Ukrayna di van demên dawî de êrîşên xwe yên dûr-menzîl li Moskovayê û rafîneriyên neftê yên Rûsyayê zêde kiriye. Tê gotin ku armanca van operasyonan çavkaniyên darayî yên ku şer fînans dikin ne.

Di heman demê de, artêşa Rûsyayê jî êrîşên xwe li ser Ukraynayê didomîne. Di êrîşên dawî yên bi mûşek û ÎHA de li Kîyevê 18 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn.

Share this content:

Post Comment