NYT: TRUMP JI BO VEGERANDINA TIRKIYÊ BO BERNAMEYA F-35’AN AMADEYE DESTEKÊ BIDÊ

NYT: TRUMP JI BO VEGERANDINA TIRKIYÊ BO BERNAMEYA F-35’AN AMADEYE DESTEKÊ BIDÊ

Tê payîn ku Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump di civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan re de ragihîne ku amade ye piştgirî bide vegerandina Tirkiyê bo bernameya balafirên şer F-35.

Li gorî raporta New York Timesê ku li ser çar berpirsên bilind ên rêveberiya Amerîkayê hatiye amadekirin, rêveberiya Trump nêzîkatiyek erênî li hember vegerandina Tirkiyê bo bernameyê heye. Lê di derbarê awayê derbaskirina astengên qanûnî yên Kongreyê de cihêwazî di nav berpirsan de heye.

Di raportê de hate gotin ku ji bo derbaskirina van astengan dibe ku Trump û Erdoğan bi rêya nameyên fermî pêvajoyek dîplomatîk bidomînin.

Trump meha borî di civîna xwe ya bi Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte re li Oval Office de gotibû ku ji bo Erdoğan “diyariyek ku ew gelek kêfxweş bike” amade dike. Wî herwiha got ku Tirkiye hêzeke leşkerî ya gelek bihêz heye.

TENGASIYA KU JI SALA 2019 AN VE DIDOME

Kirîna pergala parastina asmanî ya S-400 ji Rûsyayê di sala 2019’an de bû sedema krîzeke mezin di navbera Ankara û Washingtonê de. Amerîka bi îdiaya ku ev pergal dikare agahdariya li ser taybetmendiyên veşartî yên F-35’an bigihîne Rûsyayê, Tirkiyê ji bernameyê derxist û cezayên cihêreng sepand.

Kongreya Amerîkayê jî fermanek pejirand ku heta ku S-400 di envantera Tirkiyê de hebe, firotina F-35’an nayê destûrdan. Di Nîsana 2021’an de Tirkiye bi fermî ji bernameyê hate derxistin.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A F-35’AN

Balafira şer a nifşa pêncemîn F-35 Lightning II bi taybetmendiyên xwe yên wekî xuyabûna kêm li radarê, pergalên sensorên pêşkeftî, şiyana şerê torî û karîna cihêreng di şerên nûjen de cihê girîng digire.

Piştî derxistina ji bernameyê, Tirkiye bal kişand ser peydakirina F-16’ên nû û pêşxistina balafira neteweyî KAAN. Herwiha vebijarkên din ên wek Eurofighter Typhoon jî tên nirxandin.

Share this content:

Post Comment