HPG: FERMANDARA YJA STARÊ ZOZAN DENÎZ JIYAN XWE JI DEST DA

HPG: FERMANDARA YJA STARÊ ZOZAN DENÎZ JIYAN XWE JI DEST DA

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku fermandara pêşeng a YJA Starê Zozan Denîz, navê wê yê rast Suphiye Özen bû, piştî demek dirêj ku ji ber nexweşiya kanserê di bin dermankirinê de bû, di 24ê Hezîrana 2026’an de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Suphiye Özen li Berwariya Sêrtê ji dayik bûye û di sala 1995’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Wê di nêzîkî 31 salan de li gelek herêmên cuda erkên leşkerî û rêxistinî girtin ser milê xwe.

HPG diyar kir ku Zozan Denîz li Zap, Zagros, Qendîl, Garê, Xakurkê û Bakur xebitî, tevî ku di şer de birîndar bû jî xebatên xwe domand. Herwiha hate ragihandin ku wê li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlum Doğan, Akademiya Şehîd Bêrîtan û Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz perwerde dît.

Li gorî daxuyaniyê, Zozan Denîz di sala 2013’an de piştî destpêkirina pêvajoya Rojava çû Efrînê û li wir di rêxistinkirina gel û karên parastinê de berpirsiyariyên cihêreng girt ser xwe.

HPG destnîşan kir ku Zozan Denîz di têkoşîna azadiya jinan û xebatên rêxistinî de roleke çalak lîst û bi biryar, disiplin û fedakariya xwe bû mînakek ji bo rêxistinê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku piştî têkoşînek dirêj li dijî nexweşiya kanserê, Zozan Denîz di 24ê Hezîrana 2026’an de li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest da û ji malbat û nêzîkên wê re serxweşî hat xwestin.

Share this content:

Post Comment