ŞARA BERSIVA TRUMP DA: LI LIBNANÊ NE DESTWERDANA LEŞKERÎ, BELKÎ ÇARESERÎ Û DÎYALOG DIXWAZIN
Serokê Hikûmeta Derbasdar a Sûriyeyê Ahmed Şara got ku daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump yên derbarê rola Sûriyeyê li Libnanê de şaş hatine şirovekirin û Şam naxwaze vegere siyaseta destwerdana leşkerî ya berê.
Şara di hevpeyvînekê de bi televîzyona El-Meşhed re got ku di civînên wan bi Trump re pir caran mijara krîza Libnanê hat gotûbêjkirin. Wî diyar kir ku Trump rola erênî û hevaheng a Sûriyeyê bi Libnanê re piştgirî kiriye, lê ev ne maneya destwerdana leşkerî ye.
Şara got ku pirsgirêkên Libnanê tenê bi rêbazên leşkerî nayên çareserkirin. Li gorî wî, bombardeman, hilweşandin û koçberkirin nikarin aştiyek domdar biafirînin. Wî got ku çareseriya rastîn divê li ser bingehê gavên aborî, siyasî û civakî were ava kirin.
Wî herwiha got ku Sûriye dixwaze piştgirîya pêvajoyên çareseriyê bike û ne ku dubare cihê cudabûn û alozîyan ava bike. Li gorî Şara, hêzkirina sazî û dezgehên dewletî yên Libnanê ji bo aramiya herêmî girîng e.
Şara bal kişand ser girîngiya hevkariyê ya navneteweyî û got ku ji aliyê Erebistana Siûdî, Tirkiyeyê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Qeter û welatên Ewropî ve piştgirî distîne.
Li ser pirsê ku gelo bi Hizbullah re li maseyekê rûniştinê qebûl dike yan na, Şara got ku heke ev gav berjewendiyên Libnanê û ewlehiya Sûriyeyê biparêze, dîyalog gengaz e. Wî diyar kir ku naxwaze gelê Libnanê bibe qurbaniya şerên nû.
Di dawiya peyama xwe de Şara got ku armanca wan ne zêdekirina pevçûnan e, belkî piştgirîkirina aştiyê, aramiyê û îstiqrara herêmê ye.
Share this content:



Post Comment