ERKÊ QASIM ERECÎ HAT GUHERTIN: WEK ŞÊWIRMENDÊ PARASTINA SEROKWÊZÎR HATE DESTNÎŞANKIRIN
Li Iraqê de di qadê ewlehiyê de guhertinên girîng hatin kirin. Di çarçoveya biryarên nû yên Serokwezîr Ali Zeydî de, Qasim Erecî ku gelek salan wezîfeya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê pêk anîbû, wek Şêwirmendê Karûbarên Ewlehiyê yên Serokwezîr hate tayînkirin.
Li gorî agahiyên ku di medyayên Iraqî de hatine belavkirin, Erecî dest bi wezîfeya xwe ya nû kiriye. Tê payîn ku ew di mijarên ewlehiyê û stratejîk de ji serokwezîr re şêwirmendiyê bike û di diyarkirina siyaseta ewlehiyê ya hikûmetê de rolek çalak bilîze.
Qasim Erecî ji sala 2020’an heta 18’ê Gulanê 2026’an wek Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê kar kir. Piştî ku Ali Zeydî bû serokwezîr, Qasim el-Abudî, ku berê peyvkar û serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe (IHEC) bû, ji bo vê wezîfeyê hate tayînkirin.
Tê gotin ku ev guhertina karî di çarçoveya nûvekirin û rêxistinên idarî yên hikûmeta Iraqê de ku di qada ewlehiyê de tên meşandin, pêk hatiye.
Share this content:



Post Comment