TRUMP Û ÎRAN LI SER MUTABEQATEKE NÛ YA ORTA ROJHILATÊ ÎMZE KIRIN
Serokê DYA Donald Trump û Îranê li Fransa mutabeqateke nû îmze kirin ku armanca wê kêmkirina tengezariyên herêmî û pêşxistina aramiyê ye. Merasîma îmzekirinê li Qesra Versaillesê bi mêvandariya Serokê Fransa Emmanuel Macron hate lidarxistin.
Li gorî peymanê, DYA, Îran û hevalbendên wan li hemû cepheyan operasiyonên leşkerî rawestînin û soz didin ku li dijî hev hêz bi kar neynin û gefan nedin.
Ji bo peymana dawî 60 roj hat diyarkirin
Her du alî armanc dikin ku di nav 60 rojan de li ser peymaneke dawî û berfireh bigihîjin. Di rewşa ku hewce be, bi razîbûna her du aliyan dikare ev dem dirêj bibe.
Tengava Hurmuzê ji nû ve tê vekirin
Di nav xalanên girîng ên peymanê de vekirina Tengava Hurmuzê ji bo gemiyên bazirganî cih digire. Îran qebûl kiriye ku ewlehiya rêya deryayî biparêze û vegerandina tevgerê bi awayekî normal pêk bîne.
DYA dê dorpêça deryayî rake
Washingtonê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi gav bi gav dê were rakirin. Herwiha piştî peymana dawî tê payîn ku hinek hêzên leşkerî yên Amerîkî ji herêmê bên kişandin.
Pakêteke 300 milyar dolarî ji bo aboriya Îranê
Li gorî mutabeqatê, DYA û hevkarên wê dê ji bo nûavakirina aboriya Îranê pakêteke veberhênan û pêşveçûnê ya herî kêm 300 milyar dolarî amade bikin.
Armanca rakirina cezayan
Peyman pêşdibîne ku piştî gihiştina li peymana dawî cezayên li ser Îranê werin rakirin. Di vê pêvajoyê de dê şert û mercên bikaranîna sermayeya Îranê ya dondirandî jî hêsantir bibin.
Mekanîzmayeke nû ji bo bernameya nukleerî
Îran dubare kir ku ew çekên nukleerî pêş nakeve. Di heman demê de hat ragihandin ku li ser stokên uranyûma zêdekirî mekanîzmayeke nû dê di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de were avakirin.
Share this content:



Post Comment