MAZLÛM EBDÎ LI HEWLÊRÊ BI BARRACK Û NEÇÎRVAN BARZANÎ RE DÊ CIVÎN BIKE
Tê payîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî îro li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê DYA ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re civînên girîng pêk bîne.
Li gorî agahiyên ku Ronahî TV belav kirine, di van civînan de dê pêşketinên siyasî yên dawî li Sûriyeyê, guherînên herêmî û pêvajoya sepandina peymana ku di 29’ê Rêbendanê de di navbera QSD û Hikûmeta Derbasbûyî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, bên nîqaşkirin.
Tê payîn ku di civîna di navbera Mazlûm Ebdî û Tom Barrack de bi taybetî gavên ku ji bo bicihanîna peymanê hatine avêtin werin nirxandin û li ser plana demên pêş de gotûbêj were kirin.
Herwiha tê gotin ku civîn dê mijarên çareseriya siyasî ya Sûriyeyê, ewlehî û hevrêziya navbera alîyên herêmî jî bigire nav xwe.
Li gorî çavdêran, ev civînên ku li Hewlêrê pêk tên ji bo pêşeroja dosyeya Sûriyeyê û pêşxistina hevkariyê di navbera aliyan de girîng in.
Share this content:



Post Comment