KJK: GELÊ ROJAVAYÊ DIVÊ JI MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ VENEGERE
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Sûriyê ya ku perwerdeya bi Kurdî bi çend dersên di hefteyê de sînordar dike, derket û bang li gelê Rojavayê kir ku ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê venegere û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve.
KJK bal kişand ser biryara ku Wezareta Perwerdeya Sûriyê di 27’ê Tebaxê de di çarçoveya bicihanîna biryara jimare 13 a Serokatiya Sûriyê de ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî ku Kurdî wekî “zimanê neteweyî” hatiye nasîn, sînordarkirina wê di warê perwerdeyê de bi dersên sê-çar saetan di hefteyê de, nêzîkatiya tasfiyekirina destkeftiyên gelê Rojavayê yên ku di salên dirêj de hatine bidestxistin, eşkere dike.
KJK di daxuyaniya xwe de got ku mafê gelê Kurd, ku piştî Erebî xwedî duyemîn nifûsa herî mezin li Sûriyê ye, ku bi zimanê xwe perwerde bibîne, bi vî awayî were nêzîk bûn nayê qebûlkirin. KJK got ku pênaseya “zimanê neteweyî” statûya fermî îfade dike û ku nasîna zimanekî wekî zimanê neteweyî, lê nebûna statûya fermî ya wî di perwerde û jiyana giştî de, bi rastiya qanûnî û civakî re nayê hevahengkirin.
“MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ NAYÊ KIRIN MIJARA NÎQAŞÊ”
KJK tekez kir ku zimanê dayikê yek ji bingehên nasname, dîrok, bîr, kevneşopî û têgihiştina jiyanê ya gel e. KJK diyar kir ku her sînordarkirina li ser zimanê dayikê tê wateya veqetandina mirovan ji nasname û bîra civakî ya xwe û mafê axaftin, perwerde û jiyanê bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û nayê guhertin e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sînordarkirina perwerdeya Kurdî ne tenê mafên gelê Kurd, lê her wiha avakirina Sûriyeke demokratîk ku hemû gel û nasname dikarin bi rengê xwe beşdar bibin jî dixe xeterê. KJK got ku entegrasyona demokratîk nayê wateya qebûlkirina asîmîlasyonê, lê hewce dike ku pergalek hevpar were avakirin ku nasnameyên cuda di şert û mercên wekhev de dikarin bi hev re bijîn.
KJK diyar kir ku gelê Rojavayê bi salan li dijî polîtîkayên bê-nasnamekirinê bi parastina çand û zimanê xwe têkoşîn kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî derbasbûna Abdullah Ocalan bo Rojava di sala 1979’an de, beşdariya gel di têkoşîna azadiya Kurd de hêztir bûye. Hat diyarkirin ku bi Şoreşa Rojava re pergalek hat avakirin ku nasname û çanda gel diparêze û di hundirê yekitiya Sûriyê de modelên cuda yên rêveberî û perwerdeyê hatine pêşxistin.
KJK got ku nêzîkî 12 salan karên perwerdeyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê hatine meşandin û hezarên zarok û ciwanan mezûn bûne. KJK diyar kir ku perwerde û jiyana duzimanî gengaz e û ev yek ji bo civakan dewlemendiyek e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bertekên xwendekaran û derdorên akademîk, bi taybetî Kongra Star, li dijî sînordarkirina perwerdeya Kurdî, helwesta gelê Rojavayê nîşan didin.
“GELÊ ROJAVAYÊ DIVÊ LI HER DERÊ BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE”
KJK diyar kir ku pênaseya “zimanê neteweyî” ya di biryara Serokatiya Sûriyê de ne bi rastî statûyeke fermî ji Kurdî re dide û got ku divê ev pênase wekî gavak ji bo kêmkirina bertekan neyê dîtin.
KJK bang li gelê Rojavayê kir ku vê sepandinê qebûl neke û bi rêbazên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide. KJK got ku ji bo guhertina biryaran li ser bingeheke demokratîk, divê berxwedana demokratîk were pêşxistin.
KJK bang li xwendekaran kir ku xwedî li mafê perwerdeyê bi zimanê xwe derkevin û daxwaz kir ku helwesta “Em ê tu car perwerdeyeke ku ne bi zimanê dayikê ye qebûl nekin” were nîşandan. KJK her wiha bang li jin û dayikan kir ku li hember sepandinên ku dê pêşeroja zarok û ciwanan bi neyînî bandor bikin, rawestin.
KJK di dawiya daxuyaniya xwe de berteka jin û gelê Rojavayê silav kir û bang kir ku ji bo parastina destkeftiyên bidestxistî û domandina têkoşînê bi hêzeke mezintir berdewam bikin.
Share this content:



Post Comment