KONGRA STAR: STATUYA KURDÎ NABE MIJARA MUZAKERÊ
Kongra Star li dijî nîqaşên derbarê sînorkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Sûriyê de nerazîbûna xwe derbirî û destnîşan kir ku zimanê dayikê mafek bingehîn e û nabe ku bibe mijara muzakereyên siyasî.
Li Rojava gel, jin û rêxistinên civaka sivîl li dijî hewildanên sînorkirina perwerdehiya Kurdî di mufredatê de nerazîbûna xwe nîşan didin. Kongra Star jî bi daxuyaniyek nivîskî li ser nîqaşên derbarê statûya zimanê Kurdî di perwerdehiyê de rawestiya.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevlêkirina Kurdî di mufredatê de wek “zimanê neteweyî” gavêk girîng e, lê sînorkirina dersên Kurdî bi heftiyê sê-çar saetan an jî veguherandina wan bo dersên hilbijartî nayê qebûlkirin.
Kongra Star bi bîranîna polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên rejîma berê li dijî gelê Kurd, diyar kir ku di sala 1962’an de piştî serjimêriya li Hesekê de hezarên Kurd ji hemwelatîbûnê hatin derxistin û nasname û çanda Kurdî hatin binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava vê polîtîkaya înkara dîrokî veguherand û ji sala 2012’an ve perwerdehiya bi zimanê dayikê bûye yek ji hêmanên bingehîn ên jiyana rojane.
“BERDEWAMIYA PERWERDEHIYÊ DIKEVE BANDORA NEYÊNΔ
Kongra Star bal kişand ser bandora sînorkirina perwerdehiya Kurdî li ser zarokan û got ku sînorkirina zimanê zarokekî ku salan bi zimanê xwe dixwîne, tenê bo çend saetan di heftiyê de, dikare berdewamîya perwerdehiyê û ewlehiya derûnî ya zarokê bi awayekî neyînî bandor bike.
Kongra Star her wiha bal kişand ser rola jinan di parastin û veguhastina zimanê dayikê ji nifşekî bo nifşekî din de û got ku sînorkirina zimanê Kurdî di heman demê de destwerdana bîranîna civakî ya jinan e.
“ENTEGRASYONA RASTÎ BI NASNAMEYÊN WEKHEV MUMKÛN E”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û pirreng, nasname û zimanê gelê Kurd divê bêne nasîn.
Kongra Star got: “Entegrasyona rastî dev ji nasnameyan berdan nîne; avakirina jiyaneke hevpar ji aliyê nasnameyên wekhev ve ye. Yekîtî divê li ser bingeha wekhevî û îradeya azad a gelan be.”
Kongra Star daxwazên xwe jî rêz kir û diyar kir ku Kurdî divê bê şert û merc xwedî statûya destûrî û fermî be, perwerdehiya bi zimanê dayikê li herêmên ku Kurd lê dijîn bê temînkirin û zarok bikaribin hemû mufredatê bi zimanê dayikê bixwînin.
Di dawiyê de Kongra Star bang li hemû jinan kir ku têkoşînê bidomînin û diyar kir ku ji zimanê dayikê û destkeftiyên xwe qet dev bernadin.
Share this content:



Post Comment