TRUMP JI ÎRANÊ RE HIŞYARIYA NÛ KIR: HEGER PEYMANA NUKLEERÎ NEBE, DIBE KU OPERASYONÊN LEŞKERÎ JI NÛ VE DEST PÊ BIKIN

TRUMP JI ÎRANÊ RE HIŞYARIYA NÛ KIR: HEGER PEYMANA NUKLEERÎ NEBE, DIBE KU OPERASYONÊN LEŞKERÎ JI NÛ VE DEST PÊ BIKIN

Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku heke muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re bi peymaneke berfireh encam nebin, Washington dikare ji nû ve vebijarka operasyonên leşkerî li ber çavan bigire.

Trump di hevpeyvînekê de ji bo New York Timesê re got ku lihevhatiya dawî ya di navbera Amerîka û Îranê de dikare tengasiya herêmî kêm bike. Lê wî hişyar kir ku heke Tehran peymana dawî ya nukleerî qebûl neke, vebijarka leşkerî dîsa dikare bibe mijara rojevê.

Trump îdia kir ku ev peyman dê derbasbûna deryayî ya domdar û bê asteng li Tengava Hurmuzê misoger bike û got ku pêşveçûnên dawî hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn guhertine.

Wî herwiha got ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê û dorpêça deryayî ya piştî wan, pozîsyona Amerîkayê li herêmê bihêztir kiriye. Li gorî Trump, lihevhatiya nû dê rê li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve bigire.

Trump diyar kir ku peymana ku li ser wê tê xebitandin ji peymana nukleerî ya sala 2015’an a serdema Barack Obama berfirehtir û bihêztir e. Wî got ku nîqaş li ser sînordarkirina dirêjdem a çalakiyên zengînkirina uranyumê yên Îranê didomin.

Serokê Amerîkayê got ku armanc ew e ku kapasîteya zengînkirina uranyumê tenê ji bo armancên sivîl were bikaranîn û tu karanîna leşkerî jê neyê kirin.

Trump herwiha got ku tevî nerazîbûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, lihevhatiya bi Îranê re pêk hatiye. Wî êrişa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê di qonaxa hesas a muzakereyan de rexne kir û got ku ev gav ne pêwîst bû.

Trump di derbarê Netanyahu de got ku heke Îran bibe xwediyê çekên nukleerî, Îsraîl dê bi metirsiyeke mezin a ewlehiyê re rû bi rû bimîne.

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de hatin ku nîqaş li ser pêşeroja muzakereyên di navbera Washington û Tehranê de berdewam e. Dema ku Amerîka li pey peymaneke ku sînorên domdar li ser çalakiyên nukleerî yên Îranê datîne ye, Îran rakirina cezayan wek şertê bingehîn ê muzakereyan dibîne.

Share this content:

Post Comment