ÎRAN JI BO AMERÎKA Û HEVALBENDÊN WÊ HIŞYARÎYA TUND KIR: “TILIYA ME LI SER TETÎKÊ YE”
Berpirsiyarê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê Ali Abdullahi Aliabadi, li dijî Amerîka û hevalbendên wê daxuyaniyên tund kirin û hişyariya “xeletiyeke stratejîk” da. Van daxuyaniyan di demekê de hatin ku têkiliya Washington û Tehranê dîsa bilind bûye.
Aliabadi ku bi medyaya dewletî ya Îranê re axivî, got ku hêzên Îranê di rewşa amadekariya tam de ne û got: “Amerîka û hevalbendên wê divê careke din nekevin xeletiyeke hesabkirinê. Tiliya hêzên me li ser tetîkê ye.”
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump jî roja yekşemê di daxuyaniyekê de got ku heke danûstandinên nukleerî bi ser neketin, Tehran dê bi encamên giran re rû bi rû bimîne. Trump got: “Dem ji bo Îranê teng dibe. Divê zû hereket bikin.”
Di heman demê de Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re got ku hin welatên Rojhilata Navîn jê re ragihandine ku nêzîkbûna peymanekê bi Îranê heye. Wî got: “Heke em vê yekê bê şer û bê bombebaran çareser bikin, ez ê kêfxweş bim.”
Trump herwiha li ser platforma Truth Social ragihand ku li ser daxwaza welatên Kendavê êrîşeke ku ji bo roja sêşemê li dijî Îranê hatibû plan kirin, hat rawestandin. Lêbelê wî got ku rêveberiya Amerîkayê di rewşeke nakokî de amade ye ku operasyonek berfireh li dijî Îranê pêk bîne.
Hat diyarkirin ku di navbera Amerîka û Îranê de li ser bernameya nukleerî û krîzên herêmî têkiliyên dîplomatîk didomin.
Share this content:



Post Comment