ERÊŞÊN ÎSRAÎLÊ LI SER LÎBNANÊ DIDOMIN, ATEŞBEST JI BO 45 ROJAN HAT DIRÊJKIRIN

ERÊŞÊN ÎSRAÎLÊ LI SER LÎBNANÊ DIDOMIN, ATEŞBEST JI BO 45 ROJAN HAT DIRÊJKIRIN

Di erêşa artêşa Îsraîlê ya li ser Navenda Parastina Sivîl a li bajarê Nebatiye ya başûrê Lîbnanê de, 6 kes jiyana xwe ji dest da û 22 kes birîndar bûn. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî ragihand ku ateşbesta navbera Îsraîl û Lîbnanê ji bo 45 rojan hatiye dirêjkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lîbnanê di daxuyaniyeke xwe de got ku di erêşa Îsraîlê ya li navenda tenduristiyê ya li gundê Haruf de, 3 ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane karûbarên tenduristiyê bûn. Herwiha hat ragihandin ku dermankirina 22 birîndaran didome.

Ajansa fermî ya NNA ya Lîbnanê ragihand ku erêşê zirareke mezin li navenda tenduristiyê çêkir.

Di aliyekî din de, Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî civînên li Washingtonê ragihand ku ateşbesta ku berê di navbera Îsraîl û Lîbnanê de hatibû ragihandin, ji bo 45 rojan hatiye dirêjkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott got ku civînên di 14 û 15ê Gulanê de “gelek bi bandor” derbas bûne û got ku dê di 2-3ê Hezîranê de dîsa danûstandinên siyasî dest pê bikin.

Pigott herwiha diyar kir ku di 29ê Gulanê de dê li Pentagonê civîneke ewlehiyê bi beşdariya heyetên leşkerî yên Îsraîl û Lîbnanê were lidarxistin.

Share this content:

Post Comment