WALÎ XOŞNAV: DIVÊ SEFERÊN BALAFIRAN DI NAVBERA HEWLÊR Û AMEDÊ DE DEST PÊ BIKIN
Walîyê Hewlêrê Omid Xoşnav û Walîyê Dihokê Elî Tatar ji bo beşdarbûna di “Foruma Azadî û Aştiya Civakî” de çûn Amedê. Heyet di çarçoveya forumê de gelek hevdîtin pêk anîn û Walî Omid Xoşnav jî li ser têkiliyên herêmî û pêvajoya aştiyê nirxandin kir.
Xoşnav di Amedê de ji Rûdaw re got ku ew li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî forumê bûne û got ku mijara “aştiya civakî û azadî” ji bo hemû gelên herêmê girîng e.
Wî diyar kir ku ew piştgirî didin pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got ku gihîştina gelê Kurd bi mafên xwe yên rewa re ji bo îstîqrara herêmê girîng e.
Xoşnav li ser destpêkirina seferên rasterast ên balafiran di navbera Hewlêr û Amedê de jî axivî û got ku ew vê daxwazê bi Walîtiya Amedê û Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê re nîqaş kirine.
Wî got ku vekirina vê xeta hewayî dê têkiliyên bazirganî, çandî û aborî xurt bike û her du alî jî vê yekê dixwazin.
Di derbarê têkiliyên aborî de jî Xoşnav got ku gelek şirketên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê di cûrbecûr qadên de dixebitin. Wî diyar kir ku ew dixwazin van hevkariyan biparêzin û têkiliyên aborî bêtir pêş bixin.
Walîyê Hewlêrê herwiha ragihand ku di serdana xwe ya Amedê de dê bi nûnerên DEM Partî û AK Partiyê re jî hevdîtin bike. Wî bal kişand ser girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina biratiya civakî.
Share this content:



Post Comment