DI STRATEJIYA NÛ YA “ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ” YA DYA’YÊ DE EWRUPA Û TEVGERÊN ÇEPÊ HATIN HEDEFKIRIN

DI STRATEJIYA NÛ YA “ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ” YA DYA’YÊ DE EWRUPA Û TEVGERÊN ÇEPÊ HATIN HEDEFKIRIN

Rêveberiya Donald Trump belgeya nû ya “Stratejiya DYA’yê ya Şerê li Dijî Terorê” belav kir ku di wê de Ewrupa û tevgerên çepê bi gotinên tund hatin hedefgirtin. Di belgeyê de Ewrupa wekî “navenda mezinbûna gefên terorê” hate binavkirin û komên antîfaşîst û anarşîst jî di kategoriya “çepgirên tundûtûj” de hatin cihkirin.

Belgeyê sê gefên sereke destnîşan kirin: kartelên narkotîkê, rêxistinên Îslamî û komên çepgir ên tundûtûj. Bi vê yekê, siyaseta Trump ji siyaseta rêveberiya Biden ku zêdetir li ser komên rastgir ên tund û nijadperest radiwesta cuda bû.

Di belgeyê de siyaseta koçberiyê ya Ewrupayê jî hate rexnekirin û hat gotin ku “sînorên vekirî” gefên ewlehiyê zêde dikin.

Her wiha hate ragihandin ku “Antifa” dê were şopandin û têkiliyên wê yên navneteweyî dê werin lêkolînkirin.

Share this content:

Post Comment