DI ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ DE FERMANDARÊ HIZBULLAHÊ HATE KUŞTIN
Di êrîşa asmanî ya Îsraîlê li başûrê Beyrûtê de, yek ji fermandarên bilind ên yekîneya Radwan ya Hizbullahê, Malek Ballout, hatiye kuştin.
Çavkaniyek nêzî Hizbullahê ji AFP’yê re got ku Ballout di êrîşa Çarşemê de jiyana xwe ji dest da. Wî her wiha got ku ev êrîş yek ji mezintirîn operasyonên piştî agirbestê bû.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî piştrast kir ku armanca artêşê fermandarek ji hêza Radwan bû.
WÊRANÎ LI BAŞÛRÊ BEYRÛTÊ
Ajansa fermî ya Lubnanê National News Agency ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê herêma Ghobeiri hedef girtin. Piştî êrîşê li herêmê wêranîya mezin çêbû û sivîl dest bi derketinê kirin.
Çavkaniyên ewlekariyê yên Lubnanê jî gotin ku daireyek ku rêberên Radwanê tê de civiyan hedef bû.
HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên din de li başûr û rojhilatê welêt herî kêm 11 kes hatine kuştin.
Share this content:



Post Comment