DYA TANKEREKE PETROLÊ YA ÎRANÊ XIST
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Tengeha Hurmuzê tankereke petrolê ya Îranê hatiye hedefkirin.
Li gorî daxuyaniyê, tankera bi navê “Hesna” hewl da ku derbasî sînorên ambargoya deryayî ya DYA’yê bibe û ber bi benderên Îranê ve here. Hatiye gotin ku piştî ku ekîba gemiyê guh neda hişyariyên hêzên deryayî yên Amerîkayê, operasyon hate kirin.
CENTCOM diyar kir ku tanker vala bû û ambargoya li ser benderên Îranê dê bidome.
Gergîniya li Hurmuzê di demên dawî de bi hereketên leşkerî û daxuyaniyên dijber de zêde bûye.
Share this content:



Post Comment