KCK’Ê ÊRÎŞA LI SER MALA NEÇÎRVAN BARZANÎ ŞERMEZAR KIR

KCK’Ê ÊRÎŞA LI SER MALA NEÇÎRVAN BARZANÎ ŞERMEZAR KIR

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) êrîşa bi balafira bêmirov (drone) ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî hat kirin şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku ji bo rawestandina van êrîşan berpirsiyariya xwe pêk bînin.

Piştî êrîşa ku duh li Duhokê qewimî û mala Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî armanc kir, KCK daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şert û mercên şerê heyî li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibin.

KCK diyar kir ku Rojhilata Navîn bi sedema pevçûnên berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmî veguherîye qada şerekî fireh. Hate gotin ku ev rewş rasterast bandorê li erdnîgariya Kurdistanê dike. Di daxuyaniyê de hat bal kişandin ku gelê Kurd ne aliyek ji vî şerî ye, lêbelê Kurdistan dîsa jî tê veguherandin navenda pevçûn û şeran.

Komîteyê diyar kir ku ji destpêka şerê ve herêmên Rojhilat, Başûrê Kurdistanê û Rojava rastî gelek êrîşan hatine. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê zêdebûna êrîşên bi drone û fuzeyan hat diyarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di demên dawî de hêzên peşmerge, saziyên aborî û dezgehên fermî jî bûne armanc.

Di daxuyaniya KCK de hat gotin ku bi êrîşa dawî re mala Serokê Herêma Kurdistanê jî bûye armanc û ev rewş xemgînker e. Daxuyanî wiha domand:
“Em wek Tevgera Azadiya Kurdistanê van êrîşan şermezar dikin. Ji hemû aliyan dixwazin ku ji bo rawestandina van êrîşan berpirsiyariya xwe ya siyasî û exlaqî pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de her weha ji bo malbatên kesên ku di êrîşan de jiyanê xwe ji dest dane serxweşî hat xwestin û ji bo birîndaran jî saxlemiyek lezgîn hat xwestin.

Share this content:

Post Comment