HRANA: DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 24 SIVÎL JIYANÊ XWE LI DEST DA, 88 KES BIRÎNDAR BÛN
Rêxistina mafên mirovan HRANA di rapora xwe ya li ser 24 saetên dawî yên şerê di navbera ABD û Îsraîlê bi Îranê de de ragihand ku di encama êrîşên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine kirin de 24 sivîl jiyanê xwe ji dest dane û 88 kes jî birîndar bûne.
Li gorî raporê, di 24 saetên dawî de li 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 701 êrîş hatine kirin. Hat ragihandin ku piraniya van êrîşan armancên leşkerî bûn. Di nav wan de 29 bingehên leşkerî, cihên Sepaha Pasdaran, navendên Besîc, firokexaneyên leşkerî, navendên polîsan, bîrên petrolê û qadên enerjiyê ya nukleer a Îranê hatine armanc kirin.
Li gorî daneyên HRANA’yê, êrîş bi taybetî li parêzgehên Îsfahan, Tebrîz, Xorasanê Rezevî, Yezd, Zencan, Elburz û Tahranê zêde bûne. Hat gotin ku şer û êrîşên li herêmê bandor li cihên niştecihiyê jî kirine û di encamê de gelek sivîl jiyanê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Her wiha, li gorî daneyên ne fermî, ji destpêka şerê di navbera Îranê û Îsraîl-ABD de heta niha, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî 1551 sivîl jiyanê xwe ji dest dane. Hat diyar kirin ku di nav wan de 236 zarok hene.
HRANA di dawiyê de hişyarî da ku bi zêdebûna şer û êrîşan dibe ku windahiyên sivîlan jî zêde bibin û bal kişand ser ewlehiya sivîlên ku li herêmê dijîn.
Share this content:



Post Comment