DERÎYÊN KANTONÊN TEBQA, REQA Û DERAZOR HETANÎ BÊDEMÊ HATIN GIRTIN
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber zêdebûna xetereyên ewlehiyê, hat biryar dayîn ku hemû deriyên ku bi kantonên Tebqa, Reqa û Derazor ve têkildar in, bi awayekî bêdemê werin girtin.
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Sînorên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Kararnameya jimare 32’an de ragihand ku piştî ku hukûmeta demkî ya li Şamê deriyên navxweyî girt, li deriyên sînorî pêşketinên ewlehiyê yên giran û xeternak çêbûn. Di kararnameyê de hate diyarkirin ku zêdebûna tehdîdên ewlehiyê yên ji derve û encamên wan yên rasterast ên li ser ewlehiya sivîlan, karkeran û rêwîtiyan, sedema biryara girtina van deriyan bû.
Li gorî daxuyaniyê, hemû deriyên ku rê li kantonên Tebqa, Reqa û Derazor vedikin, heta ragihandina nû ya din girtî dimînin. Lê belê, rewşên mirovî yên acîl û rêwîtiya rêxistinên alîkariyê yên mirovî ji vê biryarê derveyî ne û ev derî ji bo wan vekirî dimînin.
Berpirsiyarên herêmê destnîşan kirin ku ev biryar ji bo parastina ewlehiya sivîlên herêmê hatiye girtin.
Share this content:



Post Comment