TEVGERA JINÊN KURD BEŞDARÎ CIVÎNA 39. A NAVNETEWEYÎ YA JINAN A LI ARJANTÎNÊ BÛ

TEVGERA JINÊN KURD BEŞDARÎ CIVÎNA 39. A NAVNETEWEYÎ YA JINAN A LI ARJANTÎNÊ BÛ

Heyetek ji Tevgera Jinên Kurd beşdarî Civîna 39. a Navneteweyî ya Jinan, Pirneteweyî û Cihêrengiyan bû ku di navbera 10 û 12’ê Cotmehê de li bajarê Córdoba yê Arjantînê hate lidarxistin. Di çalakiyên ku jinên ji herêmên cuda yên Amerîkaya Latînê li hev anîn de, mijarên têkoşîna şoreşgerî, azadiya jinê û piştgiriya navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya civînê de ku bi rêxistinkirina 300 rêxistinên herêmî hate lidarxistin, atolyeyên cuda, panel, pêşandanên fîlman û civîn hatin lidarxistin. Heyeta Tevgera Jinên Kurd bi tora femînîst a Abya Yala re beşdarî civîna li ser enternasyonalîzmê, panela “Pratîkên Şoreşgerî” û nîşandana fîlma In Search of Alina (Li Lêgerîna Alînayê) bû.

Di çalakiyan de serpêhatiyên têkoşîna jinên Kurd, şoreşa jinê ya li Rojava, têkoşîna gerîlayên jin ên li çiyayên Kurdistanê û girîngiya piştgiriya navneteweyî hatin rojevê.

ENTERNASYONALÎZM Û PIŞTGIRIYA JINAN HATIN NÎQAŞKIRIN

Di civîna enternasyonalîzmê de ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd û tora femînîst a Abya Yala ve hate organîzekirin, li ser aliyê navneteweyî yê têkoşîna jinên Kurd û girîngiya tora “Jinên Ku Pêşerojê Tevnê” hate rawestan. Di civînê de dirûşmeya “Pirneteweyî, pirneteweyî; ji Abya Yala heta Kurdistanê!” hate qîrîn.

Di panela bi sernavê “Pratîkên Şoreşgerî” de endamên heyetê behsa şoreşa jinê ya li Rojava, têkoşîna gerîlayên jin ên li Kurdistanê û rola enternasyonalîzmê di vê pêvajoyê de kirin. Piştî bersivdana pirsên beşdaran, li ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî nêrîn hatin parvekirin.

JÎYAN Û TÊKOŞÎNA ALÎNA SANCHEZ HATIN VEGOTIN

Di çarçoveya civînê de fîlma In Search of Alina hate nîşandan. Fîlm behsa jiyan û têkoşîna şoreşgerê enternasyonalîst Legerîn Ciya (Alîna Sanchez) dike ku li Córdoba mezin bû û di sala 2018’an de li Rojava jiyana xwe ji dest da.

Di pêşandana fîlmê de, ji bilî heyeta Tevgera Jinên Kurd, femînîst, perwerdekar û rojnamevan Claudia Korol û diya Alîna Sanchez jî axivîn. Di axaftina dayika wê de ku behsa jiyana, kêfxweşî û biryardariya keça xwe dikir, beşdar hestyar bûn.

Heyet roja Yekşemê sibehê di civîna meclîsa vekirî ya ku ji aliyê tora Femînîstên Abya Yala ve hatibû organîzekirin de jî axivî. Di civînê de ku tevgerên gelên xwecihî û rêxistinên jinan ên ji herêmên cuda yên Amerîkaya Latînê beşdar bûn, girîngiya rêxistinkirina jinan û pêşengiya wan hate tekez kirin.

Di tevahiya civînê de, bi beşdariya çalak a Tevgera Jinên Kurd, piştgiriya navneteweyî û derfetên têkoşîna hevpar derketin pêş. Çalakî bi nîqaşên ku azadiya jinê wekî yek ji mijarên bingehîn ên têkoşînê di sedsala 21’an de digirin, bi dawî bûn.

Share this content:

Post Comment