TENGASIYA LI TENGAVIYA HORMUZÊ ZÊDE DIBE: ÎRANÊ SÊ TANKERÊN PETROLÊ RAWESTAND
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê sê tankerên petrolê yên ku bêyî koordînasyona pêwîst dixwestin ji Tengaviya Hormuzê derbas bibin rawestand. Li gorî medyaya fermî ya Îranê, piştî hişyariyên hatin dayîn, tankeran rêya xwe guhert û vegeriyan Kendava Basrayê.
Rayedarên Îranî gotin ku tanker bêyî wergirtina destûr û koordînasyona pêwîst ji aliyê rayedariyên Îranê ve hewl didan ji tengavê derbas bibin. Piştî destwerdanê, gemiyan li gorî fermanan vegeriyan.
Medyaya dewletê ya Îranê herwiha ragihand ku hemû derbasbûnên gemiyan ji Tengaviya Hormuzê êdî tenê bi riya ku Îran destnîşan kiriye û di bin koordînasyona Hêzên Çekdar ên Îranê de dê bêne kirin.
Di heman demê de, Şêwirmendê sereke yê rêberê Îranê Mücteba Hamaney, Alî Ekber Welayetî, li dijî daxuyaniya hevpar a DYA û Welatên Encûmena Hevkariya Kendavê bertek nîşan da. Ew di peyamekê de li ser hesabê xwe yê civakî got ku aramiya welatên Ereb ên herêmê bi rêveberiya dirêjdem a Îranê li ser Tengaviya Hormuzê hatiye parastin.
Wezîrên derve yên DYA û welatên Encûmena Hevkariya Kendavê jî di daxuyaniya xwe ya hevpar de bal kişandin ku divê danûstandinên bi Îranê re bidomin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku standina her cure xercê ji derbasbûnên Tengaviya Hormuzê nayê pejirandin, herwiha xemên li ser bernameya fuzeyên balîstîk, balafirên bêmirov û piştgirîya Îranê ji hêzên çekdar re jî hatin dubarekirin.
Daxuyaniya hevpar di dawiyê de jî destnîşan kir ku ji bo aramiya domdar a Lubnanê divê komên çekdar ên ne dewletî bikevin bin kontrola hikûmeta Lubnanê.
Share this content:



Post Comment