TAZIYA LI CIZÎRÊ ROJA DUYEM DI BERDEWAM E: HEZARAN SERDANA DIKIN

TAZIYA LI CIZÎRÊ ROJA DUYEM DI BERDEWAM E: HEZARAN SERDANA DIKIN

Taziya ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku şehîd bûne li Cizîrê hatiye vekirin û di roja duyem de bi beşdariya hezaran kesan berdewam dike.

Taziya ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya MEBYA-DER li Cizîrê (Cizre) hatiye vekirin û di roja duyem de berdewam dike. Li qadê taziyê ku li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hatiye sazkirin, posterên mezin ên Rêber Apo û gerîlayên şehîd hatin daliqandin û pankarta “Em şehidên azadiyê bi bîr tînin” hat vekirin.

Di roja duyem a taziyê de hezaran kesan bi komên ji sed kesan ve bi çepik, hêrîn û sloganan ketin qadê. Gel bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehid namirin” ketin qadê, gulên ku bi xwe re anîn dan ser wêneyên şehîdan û serê wan ji malbatên şehîdan re xwestin. Hin kesan jî li ser cil û bergên xwe kurdeleya reş û wêneyên şehîdan dan.

Dayik û jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) ber bi cihê taziyê ve meşiyan, bi hêrîn û sloganan gihiştin qadê. Piştre marşa “Çarxa Şoreşê” hat xwendin û ji bo rêzgirtinê rawestan.

Taziya bi sloganên “Şehid namirin” berdewam dike.

Share this content:

Post Comment