SEROKÊ TEVGERA HELWÊST: BAŞÛR BI METIRSÎYA PARÇEBÛNA FIÎLÎ RE RÛ BI RÛ YE
Serokê Tevgera Helwêst Elî Heme Salih di civîneke çapemeniyê de li Silêmaniyê li ser pêşketinên siyasî, îdarî û aborî yên Herêma Kurdistanê axivî. Wî got ku herêm bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ye û cudabûna fiîlî ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de her ku diçe kûrtir dibe.
Salih got ku li xalanên kontrolê yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rê nadin ku gelek kamyonên ku derman û pêdiviyên bingehîn hildigirin derbas bibin. Li gorî wî, ev rewş bûye sedem ku li Germiyan û Silêmaniyê hin derman neyên dîtin.
Wî her wiha got ku cudabûna siyasî ya di navbera KDP û YNK de pergala dadweriyê jî bandor kiriye. Li gorî Salih, dosyeyên îstînafê êdî nayên şandin Hewlêrê û dergehên sînor, dezgehên ewlehiyê û hêzên leşkerî bi awayê du rêveberiyan tên rêvebirin.
Salih got ku van pêşketinan nîşana parçebûna fiîlî ya Başûrê Kurdistanê ne û ger ev rewş bidome dibe ku parçebûna fermî jî bibe mijar.
Wî her wiha îdia kir ku welatên cîran û hikûmeta Bexdayê dixwazin Herêma Kurdistanê bibe avahiyeke lawaz, û KDP û YNK jî bi amadekirina zemînê ji bo vê pêvajoyê tawanbar kir.
Di beşa aborî de jî Salih got ku daxuyanîya hikûmetê ya ku dahat kêm bûne rast nîne. Li gorî wî, tenê dahata elektrîkê vê mehê ji 100 milyar dînarî derbas bûye û dahatên hundirî dikarin krîza mûçeyan asteng bikin.
Share this content:



Post Comment