SEKRETERÊ MECLÎSA BİLİND A ELEWİYAN Lİ TARTÛSÊ HAT GİRTİN

SEKRETERÊ MECLÎSA BİLİND A ELEWİYAN Lİ TARTÛSÊ HAT GİRTİN

Hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê, Sekreterê Meclîsa Bilind a Elewiyan a Sûriyê û Dîasporayê, Şêx Asîf Muhenna, li bajarê Tartûsê girtin. Hat ragihandin ku Muhenna bê ku tu tawanî were destnîşankirin hat girtin.

Ev girtin di demekê de pêk hat ku di hefteya borî de, li herêmên qerax û navxweyî yên Sûriyê, gelek kesên ku beşdarî çalakiyên protestoyê bûbûn jî bi heman awayî hatin girtin. Vê bûyerê nîqaşên derbarê zêdebûna tansiyonê û şertên ewlekariyê li herêmê nûve kir.

Share this content:

Post Comment