ŞEHÎD MİRAD QENDÎL Lİ ŞENGALÊ Bİ MERASÎMEKÊ HATE BÎRANÎN
Li gundê Fawê ku li ser xeta sînorê Rojava û Şengalê ye, ta’ziya ku ji bo gerîlayê HPG’yê Şehîd Mirad Qendîl hatibû saz kirin, di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Navenda Ragihandin û Têkiliyên Çapemenî yê HPG’yê di 15ê Kanûnê Yekemê de di daxuyaniyekê de ragihand ku gerîla Sifok Muhsin (Mirad Qendîl) di 28ê Tebaxa 2018’an de li gundê Fawê yê herêma Erebî ya Şengalê şehîd ket.
Ta’ziya ku li ber mala malbata şehîd hate saz kirin, bi beşdarbûna gelê herêmê û nûnerên sazûmanên sivîl û askerî pêk hat. Merasîm bi rêzgirtina yek deqîqe ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir û piştî wê muman hatin şewitandin.
Di axaftinên ku bi navê Meclîsa Gel a Herêma Erebî, Meclîsa Jinên Herêma Erebî, Fermandariya YBŞ û Sazûmana Malbatên Şehîdan hatin kirin de, li ser yekîtî û hevparîya gelên herêmê hate rawestandin. Axaftinvanan serê xwe li gel civaka Erebî û hemû gelên herêmê xistin û gotin ku xwîna şehîdan bingeha jiyana hevbeş û azadiyê ye.
Di bernameyê de her weha nameya ku ji aliyê Fermandariya HPG’yê ve ji bo malbata şehîd hatibû şandin hate xwendin. Dû re belgeya şehadetê hate xwendin û bi destê malbatê hate dayîn. Ta’ziya di roja sêyemîn de bi sloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment