QSD: DI CIVÎNAN DE DOSYA ENTEGRASYONA LEŞKERÎ HATE NÎQAŞKIRIN
Navenda Têkiliyên Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di civîna ku di navbera fermandarên QSD û berpirsên Hikûmeta Derbasî ya Sûriyê de hate lidarxistin de, mijara entegrasyona leşkerî hate nîqaşkirin û her du alî jî li ser domandina civînan gihîştine lihevhatinê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro sibehê, di çarçoveya diyaloga fermî de, fermandarên QSD bi nûnerên rêveberiya Şamê re civiyan û dosya entegrasyona hêzên leşkerî bi awayek berfireh hate nirxandin.
Her weha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du alî, ji bo ku nîqaş bi temamî were qedandin û ev mijar bi rêbazeke sazî û fermî were şopandin, heta ku bigihîje encamekî dawî, di qonaxa pêş de jî domandina civînan qebûl kirine.
Share this content:



Post Comment