PJAK: ÎRAN DIVÊ BI SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK Û ADIL WERE RÊVE BIRIN

PJAK: ÎRAN DIVÊ BI SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK Û ADIL WERE RÊVE BIRIN

Endamê Encûmena Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan got ku divê li Îranê sîsteme ke demokratîk û dadperwer were avakirin. Ew diyar kir ku Kurd û hemû gelên ku li Îranê dijîn mafê xwe hene ku di siyasetê de beşdar bin û di rêveberiya welatê de peyvê wan hebe.

Awdanan bi rêya online beşdarî Kongreya Azadiya Îranê ya ku li paytexta Brîtanyayê Londonê hate lidarxistin kir û li ser dîmena siyasî ya heyî li Îranê nerînên PJAK’ê şirove kir. Ew di axaftina xwe de bal kişand ku divê hemû gel û komên civakî yên li Îranê bi mafên wekhev bijîn û got ku divê cûdabûn û pevçûnên navxweyî hêzên siyasî lawaz neke.

Awdanan her weha got ku jin li Îranê di bin zext û qedexeyên rejîmê de ji mafên xwe bêpar dimînin. Lê ew got ku jin tevî hemû zext û tundiyê jî ji bo wekhevî û beşdariya siyasî têkoşîna xwe didomînin.

Awdanan axaftina xwe bi sloganê “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir û got ku guherîna demokratîk li Îranê tenê bi têkoşîna hevpar a hemû gelan dikare pêk were.

Share this content:

Post Comment