KON-MED: SERDANA ŞARA YA BERLÎNÊ TUNDÎYÊ MEŞRÛ DIDE
Konfederasyona Kurdên li Almanyayê (KON-MED) li dijî vexwendina serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed al-Şara bo Berlînê reaksiyon nîşan da. Rêxistinê got ku ev serdan tenê têkiliyeke dîplomatîk nîne, lê di heman demê de ji bo gelên ku li Sûriyeyê şer, koçberî û zextê dijîn peyameke giran e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev serdan di demeke ku êrîşên li dijî Elewiyan, Dûrzîyan, Kurdan û Mesîhiyan didomin tê kirin û ev rewş wisa tê fêm kirin ku ev binpêkirinên mafan tên guh neda.
KON-MED her wiha got ku êrîşên hêzên girêdayî bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî sivîlan û komên kêmnetewî jî di raporên navneteweyî de hatine tomar kirin. Rêxistinê hişyarî da ku meşrûkirina siyasî ya Ahmed al-Şara dikare çanda bêcezayîyê xurtir bike.
Di daxuyaniyê de jî hat bîranîn ku di Adara 2026’an de li Raqayê wenda bûna rojnamevan Eva Maria Michelman û Ahmed Polat hê jî nehatî zelal kirin. KON-MED got ku bêyî ronîkirina van bûyeran, tu pêvajoya normalîzekirinê nayê qebûl kirin.
Hevseroka KON-MED’ê Emîne Ruken Akça di daxuyaniya xwe de got ku pêşwazîkirina Şara li Berlînê ne qebûl e û Almanya divê têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re li ser bingehê mafên mirovan, qanûna serdest û mafên kêmnetewiyan ava bike.
Hevserokê din Kerem Gök jî got ku civînên ku li Berlînê tên plan kirin dikarin wateya veşartina sûcên ku li Sûriyeyê hatine kirin bin. Ew got ku çareseriya Sûriyeyê ne meşrûkirina rêveberiyeke Îslamî ye, lê piştgirîkirina hêzên demokratîk ên li Rojava ye.
Di dawiya daxuyaniyê de KON-MED bang li protestoyê kir. Hat ragihandin ku di 30’ê Adarê de li pêşiya Şanselerya Federal a Berlînê bi pêşengiya TJK-E û Civata Kurdên Berlin-Brandenburg çalakiyek dê were lidarxistin û hemû hêzên demokratîk hatin vexwendin ku tevlî bibin.
Share this content:



Post Comment