PEZEŞKİYAN: “LI DIJÎ WELATÊN CÎRANÊ ÊRÎŞ Û AVÊTINA FÛZEYAN NAYÊN KIRIN”

PEZEŞKİYAN: “LI DIJÎ WELATÊN CÎRANÊ ÊRÎŞ Û AVÊTINA FÛZEYAN NAYÊN KIRIN”

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan ragihand ku welatê wî biryara nekirina êrişê li welatên cîran girtîye. Pezeşkiyan got ku ev biryar piştî mirina rêberê Îranê Ali Hamaney di Encûmena Rêbertiya Demkî de hatiye girtin.

Di axaftina xwe ya ku li televîzyona dewletê hat weşandin de, Pezeşkiyan li ser siyaseta ewlehiya welatê xwe axivî. Wî diyar kir ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de rêberên welêt, sivîl, berpirs û xwendekar jiyana xwe winda kirine. Pezeşkiyan got ku Îran li hember van êrişan neçar bû ku xwe biparêze û hêzên çekdar ji bo parastina axa welêt gavên pêwîst avêtine.

Pezeşkiyan her weha behsa êrişên bersivî yên Îranê kir ku di wan de hin bingehên Amerîkî yên ku li welatên cîran hene hatine armanc kirin. Wî ji welatên cîran ên ku ji vê rewşê bandor bûne lêborîn xwest û got:
“Ez ji welatên cîran ên ku hatine armanc kirin lêborîn dixwazim. Ji ber êrişên bêrehm ên dijmin em rêberên xwe, fermandarên xwe û xwendekarên xwe winda kirin. Hêzên me yên çekdar ji bo parastina axa welatê me bi rûmet û hêzê tiştê pêwîst kirin.”

Pezeşkiyan diyar kir ku Îran tu niyeta êrişê li welatên cîran nîne û got ku wan welatan wek “birayên xwe” dibîne û dixwaze bi wan re ji bo aşitî û aramiya herêmê hevkariyê bike.

Wî her weha ragihand ku li Encûmena Rêbertiya Demkî biryar hat girtin ku heya ku êrişek ji wan welatan neyê kirin, welatên cîran nayên armanc kirin û fûze jî nayê avêtin. Pezeşkiyan got ku ev biryar gava girîng e ji bo kêmkirina tensiyona herêmî.

Share this content:

Post Comment